SOMO daxwazê ji kompanyayan dike petrola Herêma Kurdistanê nekirin

20-09-2022
RÛDAW
Nîşan Iraq SOMO Petrol Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberê Kompanya Firotina Petrola Xav a Iraqê (SOMO) ragihand ku daxwaz ji kompanyayên cîhanî kirine petrola xav ji Herêma Kurdistanê nekirin û hikûmeta Herêma Kurdistanê jî neçar e biryara Dadgeha Federalî cîbicîh bike.

Rêveberê Kompanya SOMO `Ela Yasirî şeva borî 19ê Îlona 2022ê ji Ajansa Fermî ya Nûçeyan a Iraqê re got: “Li gor biryara Dadgeha Federalî hemû ew girêbestên hikûmeta Herêma Kurdistanê îmze kirine bo derxistin û hinardekirina petrolê pûç in.”

`Ela Yasirî got: “Wezareta Petrolê tedbîr wergirtine bo veguhestina vê dosyayê bi tevahî (Dosyeya Petrola Herêma Kurdistanê) bo jêr desthilata hikûmeta federalî, lê hikûmeta Herêma Kurdistanê ev pêngav qebûl nekir, lewra wezaretê rêyên yasayî dan pêşiya xwe.”

Rêveberê Kompanya SOMO îdîa dike ku hikûmeta Herêma Kurdistanê jî “neçar” e biryara Dadgeha Federalî cîbicîh bike û dibêje: “Kompanya SOMO daxwaz ji hemû kompanyayên cîhanî kiriye ku petrola xav ji Herêma Kurdistanê nekirin.”

Li gor rêveberê kompanya navbirî, sala borî Herêma Kurdistanê rojane nêzîka 420 hezar bermîl petrola xav hinarde dikir, lê îsal asta hinardeya rojane daketiye bo 355 hezar bermîl di rojekê de. Rêveberê Kompanya SOMO dibêje: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê petrola xav bi bihayekî kêmtir difroşe li gor bihayê firotina petrolê ji aliyê hikûmeta Federal ve, ferqa navbera herdû nirxan 16 – 20 dolar dibe bo her bermîlekê.”

Dadgeha Federalî ya Iraqê roja 15ê Sibata 2022ê biryar da ku Yasaya Petrol û Gazê ya Herêma Kurdistanê ne destûrî ye. Dadgehê herwiha biryar da ku divê hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû petrola xwe ya berhem tîne radestî Wezareta Petrolê ya Iraqê bike.

Dadgehê hevdem maf da Wezareta Petrolê ya Iraqê daku li ser yasayîbûn, rastî û çawahiya girêbestên petrolê û girêbestên gaze yên Herêma Kurdistanê ligel welatan û kompanyayên biyanî lêkolînê bike. Li beramber hikûmeta Herêma Kurdistanê biryara Dadgeha Federalî wek biryareke siyasî binav dike û bi hemû awayekî red dike.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst