Nirxê bermîla petrola Brent berz bû

Navenda Nûçeyan - Bermîla petrola Brent li bazarên navneteweyî bi 79,61 dolarî tê firotin.

 

Bermîla petrola Brent duh bi 78,92 dolarî dest bi rojê kiribû û di nava rojê da derketibû 79,47 dolarî. Bermila petrol brent îro serê sibê jî bi 79,41 dolarî dest bi rojê kir û ji saet 09.28an pê ve ji sedî 0,25 rabû û bû 79,61 dolarî.


Di heman demê da bermîla petrola xam a Teksasa Rojava (WTI) bi 71,20 dolarî hat firotin. 


Li gorî daneyên ku Rêveberiya Enformasyona Vejenê ya Amerîkayê (EIA) duh eşkere kir, li wî welatî hefteya çûyî stoka petrola xam 2,1 milyon bermîl kêm bû û berjêrî 394,1 milyon berîlî bû.