Li Amedê bikaranîna enerjiya rojê zêde dibe

20-08-2024
RÛDAW
Li Amedê bikaranîna enerjiya rojê zêde dibe / Wêne: AA
Li Amedê bikaranîna enerjiya rojê zêde dibe / Wêne: AA
Nîşan Amed Enerjiya Rojê Pîşesaziya Organîze ya Amedê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bihabûna elektrîkê wiha dike ku gelek kargeh êdî berê xwe bidin enerjiya rojê.

Li Herêma Pîşesaziya Organîze ya Amedê, xwediyên kargehan yek bi yek sîstema enerjiya rojê li ser banê kargehên xwe datînin.

Li devera pîşesaziyê bi giştî 350 kargeh hene û 67an ji wan sîstema enerjiya rojê ava kiriye û 60 megawat elektrîkê hildiberînin. 

Her wiha 74 kargehên din jî dixwazin wê sîstemê deynin û projeyên wan hene.

Serokê Herêma Pîşesaziya Organîze ya Amedê Mustafa Fîdan got:

"Wekî hûn dizanin divê ji EPDKyê îcaze bên girtin û piştre pêvajo salek, sal û nîvekê berdewam dike.

Di nav sal û nîvekê de 50 megawatê din tê hilberîn û li herêma pîşesaziya me enerjiya ku tê hilberîn digihe 110 megawatan.”

Xwediyê kargehên ku sîstema enerjiya rojê ava kiriye dibêjin, xerciyên wan gelekî kêm bûne û li hemberî rikeberê xwe bihêztir bûne.

“Em ji sedî 70yê enerjiya xwe dabîn dikin”

Xwediyê Kargeha Caman Recep Yaşar jî got:

“Dahata sîstema enerjiya rojê ji me mehane herî kêm 500-550 hezar lîre ye.

Em ji sedî 65-70yê enerjiya xwe ji vê sîstemê dabîn dikin.

Me 660 hezar dolar li vê sîstemê xerc kirin û di nav 24 mehan de pereyên wê li ve vegeriyan.”

Her kargehek li gorî kapasîteya xwe dikare di navbera ji sedî 40 û 70yî de enerjiya xwe ya elektrîkê ji sîstema enerjiya rojê dabîn bike.

Li Herêma Pîşesaziya Organîze ya Amedê niha ji sîstema enerjiya rojê salane 258 milyon lîre sûd tê wergirtin ku dike nêzîkî 7 milyon û 700 hezar dolarî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst