Li Sine pêşangeha otomobîlên kevin û klasîk hat vekirin

20-08-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Sine (Rûdaw) – Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê, pêşangeha otomobîlên kevin û klasîk hat vekirin. Pêşangeh dê du rojan bidome.

Îro li bajarê Sine, pêşangeha otomobîlên kevin û klasîk vebû. Di pêşangehê de otomobîlên kevin ji markeyên navdar ên cîhanê tên nîşandan.

Berpirsê pêşangehê Behmen Qurbanî ragihand, di pêşangehê de otomobîla herî kevin, otomobîleke almanî ya bi navê Folks Vagen e ku sala 1960 ji aliyê kesekî Sineyî ve hatiye kirrîn.

Behmen Qurbanî anî ziman ku di pêşangehê de berhemên markeyên navdar ên cîhanî yên mîna Benz, Chevrolet, Jaguar, Fiat, Blazer, Toyota, Peogeut, Fortanos ve hatine jî hene.

Qurbanî rexne li rayedarên Sine kir û got, di vekirina pêşangehê de rayedarên Sine û hikûmetê alîkariya me nekirine.

Berpirsê pêşangehê her wiha got, pêşangeh dê du rojan bidome û bilîta wê jî 50 hezar tûmen (nêzîkî 15 dolar) e. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst