Benzîn û mazot dîsa biha bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî zêdekirina bacê benzîn bi qasî 2,21 lîreyan û mazot jî bi qasî 2,07 lîreyan biha bû.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê piştî ku bac hatin zêdekirin û lîreyê Tirkî bêqîmet bû, mazot û benzîn her ku diçe bihatir dibin.

Piştî eşkerekirina rêjeya enflasyona şeş mehan, ji ber “Baca Xerciya Taybet” benzîn û mazot jî biha bûn.

Ji îro û pê ve li gor “Baca Xerciya Taybet (OTV)” benzîn bi qasî 2,21 lîreyan û mazot jî bi qasî 2,07 lîreyan biha bûn.

Piştî vê girankirinê bihayê lîtreyeke benzîn û mazotê 45 lîreyan derbas kir.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji 20ê Tîrmeha 2024an û pê ve bihayê benzîn û mazotê wiha ye:

Benzîn

Bi bihayên nû re, lîtreya benzînê li Stenbolê dibe 45,00 lîre, li Enqereyê dibe 45,70 lîre û li Îzmîrê jî dibe 46,05 lîre.

Mazot

Bihayê lîtreyeke mazotê jî li Stenbolê dibe 44,90 lîre, li Enqereyê dibe 45,63 lîre û li Îzmîrê jî dibe 46,03 lîre.

Li gel bihayên nû, piştî hilbijartinên Parlamentoya Tirkiyeyê yên 14ê Gulana 2023yan rêjeya bihabûna mazotê ji sedî 100 derbas kir.