Bazara kirîn û firotina qurbaniyan li Tirkiyê germ

Stenbol (Rûdaw) - Li tevahiya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê careke din bi boneya Cejna Qurbanê bazarên qurbanan vebûn. Ji ber ku sala çûyî ji ber pandemiyê cejn tunebû îsal bazar qerebelix in. Lê li bazarkirina ajalan bêhtir bihabûn di rojeva kiryar û firoşkaran de ye. Ji ber qeyrana aborî ku bû sedem bihayê her tiştî zêde bibe, bihayê sewalan jî zêde bûye. Welatî ji ber bihabûnê bi şîrikatî sewalan dikirin da bikin qûrban.

Mezintirîn bazara qurbanan li Tirkiye careke din bûye weke ku bajar bi ser xwe ve kişandibe. Ji çar aliyê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî ajal û şivanan xwe li vir girtine.

Murat ê kû xelkê Agiriyê ye jî ked û xizmeta xwe ya salekê aniye da li Stenbolê bifiroşe. Xelk dibêjin qurban biha ne lê Murat dibêje ne xêr ew çêlekên ku wî bi stranan xwedî kirine pereyekî zêdetir heq dikin.

Gavan Murat Kusmu ji Rûdawê re got: “Ez ji Elekdax a Xamûra Agiriyê me û ew 27 roj e em li vir in. Kedeke zor li vir divê. Xelk jî tê û keda me erzan dikin. Bihayê malê me çi be wê nadinê. Zehmeta xwedîkirna van gelekî zêde ye. Berê te aliv distend bi 90 lîre lê niha  bûye 160 lîre. Çewalê kayê bûye 40 lîre. Me çiqas ked di ber de xwaribe jî ber çavê xelkê nagire.”

Kiryar Şukrî Kerte jî got: “Welleh em hatine ku em qurbanekê bikirin. Li gor min ne biha ne. Bihayê sala çûyî çi be wisa ye. Niha em li benda şirîkekî ne ger em şirîkekî din bibînin emê yekê bistînin.”

Li Stenbolê derdora 50 bazaran firotina qurbanan hatine amadekirin. Ne tenê firotina qurbanan lê navêndên serjêkirinê jî lê hatine danîn. Ji bo her şûna konekî şaredarî 45 hezar lîre kîrê distîne. Veguhestin û xwedîkirin jî pê re, bihayê ajalan dilê kiryaran sar dike. Lê her çi be jî sala çûyî cejn tunebû û îsal xelk bêhtir dixwazin qurbanan bikin.

Gavan Huseyîn Çakan jî dibêje: “Ew dewarê Qersê ye lê ez li Kirikkaleyê xwedî dikim. Me rakir anî, zehmet pir e lê me bihayê ku em li bendê bûn me nedî. Dewarê me erzan çû. Alif gelekî zêde ye. Ger tu 5 lîre zêde bistînî ew jî diçe bo alif. Niha 30 heb mane û ezê wan jî bibim biçim. Min zirar nekir lê me kar jî nekir.”

Kiryar Salîm Îlhan jî got: “Ew behsa bihabûna alif dikin. Helbet wan jî mesrefekî zêde kiriye û neçar in karê xwe jî têkin. Bihabûn li her derê heye. Ew dewar ji bajarên dûr anîne û neçarin bêyî zirar bifiroşin. Ew ji bihayê wan zêde dike helbet.”

Li Tirkiye bi giştî di cejnê de derdora 3 milyon û 500 hezar qurban têne serjêkirin. Tê payîn ku îsal zêdetirî milyonek ji wan li Stenbolê bêne serjêkirin. Bihayê qurbanan ji bo yên mezin ji 13 hezar lîre destpê dike ta 25 hezarî. Yên biçûk jî ji hezar 500 lîre destpê dikin ta 3 hezar û 500 lîre.