Beriya Cejna Qurbanê bihayê bilêtên otobusan hatin zêdekirin

20-06-2022
RÛDAW
Nîşan Bihabûn Bilêtên Otobusan Cejna Qurbanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê beriya Cejna Qurbanê bihayê bilêtên otobusan nêzikî ji sedî 100 hatin zêdekirin. Li ser vê yêkê bihayê bihayê bilêtên otobusên di navbera Amed-Stenbolê de derket 600 lîreyê Tirkî.

Kompanyayên otobusan piştî bihabûna sotemeniyê û bi nêzîkbûna Cejna Qurbanê û girtina dibistanan re bihayê bilêtên xwe zêde kirin.

Piştî ku bihaya lîtreya mazotê 30 lîreyî derbaskir ku rasterast bandorê li buhayê bilêtan dike, êdî bihayên bilêtan rojane diguherin.

Piştî buhabûnê otogaran vala man. Kompanyayên otobusan pergala rezervasyonê girtin û dest bi firotina bilêtên rojane kirin.

Kompanyayên otobusan ji bo mesafeyên ji 1.5 heta 2 demjimêran 120 TL, ji bo rêwîtiyên 20 demjimêr û zêdetir jî di navbera 650-750 TL werdigirin.

Ji Amedê bo bajarên din bihayê bilêtên otobusan wiha ne:

Amed - Stenbol: 600 TL

Amed - Enqere: 500 TL

Amed - Îzmîr: 600 TL

Amed -Antalya: 500 TL

Amed - Riha: 120 TL

Amed - Êlih: 50 TL

Amed - Dêrsim: 180 TL

Amed - Wan: 300 TL

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst