Li Minbicê xwediyên kargehan gazinan ji girtina deriyên sînorî dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Minbic yê bakurê rojhilatê Helebê ku dibin kontrola Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê de ye, xwediyên kargehan gazinan ji girtina deriyên di navbera navçeyên Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyê de dikin.

Li Minbic a bakurê rojhilatê Helebê, kargehên hiriyê pêşwaziyê li hiriya parêzgehên Hesekê, Reqa , Dêrezorê û navçeyên derdorê dikin ku bi xwedîkirina pez navdar in. Bi dehan jin û zilam di van kargehan de karê şûştinê û topkirina hiriyê dikin.

Zêdetirî mehekê ye deriyên zînorî hatine girtin. Xwediyê kargehên hiriya pez dibêjin, ew ji parêzgehên Hesekê, Reqa û Dêrazorê hiriyê dikirin û dişon û dişînin bajarê Hemayê, lê niha rê bi wê yekê nayê dayîn û pîşeya wan ketiye metirsiyê de.

Xwedî kargeha hiriyê Ebû Mehmûd Sewaf dibêje: “Em hiriyê ji parêzgehên Hesekê, Qamişlo,Reqa, Dêrezor , Minbic û derdorê dikirin, piştî wergirtina hiriyê em vê hiriyê li ser 60-70 gundên derdorê belav dikin, vê hiriyê dişon û piştî 6-7 rojan wê vedigerînin, piştre em wê top dikin û dişînin Hemayê.”

Berî zêdetirî mehekê deriyên çûn û hatinê di navbera navçeyên Rûveberiya Xweser û navçeyên hikûmeta Sûriyê de hatin girtin, vê yekê bandoreke nerênî li ser şandina hiriyê kir, metirsî heye ev yek bibe sedema rawestasndina kar û bêkariya karkeran.

Karkera kargeha hiriyê li Minbicê Diyaka Ehmed jî got: “Em li kargeha hiriyê kar dikin, du keç û kurrekî min hene, kurrê min diçe gundan daku hiriyê bîne, ev pênc salan ku li vê derê kar dikin, em gelekî kêfxweş in ku debara jiyana xwe peyda dikin, hevjînê min miriye, tenê ez û zarokên xwe kar dikin.”

Piştî ku kargehên hiriyê li Minbicê hiriya topkirî dişînin navenda serekî li Hemayê, ew hirî bo Hind û çend welatên din tê hinardekirin.

Karker Ezîz Ehmed jî wiha axivî: “Wek tu dizanî Minbic û derdora wê navenda serekî ya hiriyê ne, hemû navçeyên rojhilat hiriya xwe dişînin Minbicê, li vê derê em hiriyê top dikin û dişînin Hemayê û ji Hemayê bo Hindê tê şandin. Tu dibînin çiqasî hirî hatiye topkirin, ji encamê karker û hoste derd û êşan dibînin, debara jiyana wan ji vî kariye, lewra xericî giran e.”

Parêzgehên Hesekê, Reqa, Dêrezor û Helebê berî krîza Sûriyê û şerê navxwe salane nêzîka 5 hezar ton hirî berhem tanîn, lê niha ligor çavdêrên peywendîdar kêmtirî nîvê vê hijmarê berhem tînin, piraniya berhemê hiriya van parêzgehan jî diçe Minbicê, ku bi deriyê bazirganiya rojhilatê Sûriyê hatiye naskirin.