HESEKE - Bihabȗna şekir û rûn bandor li bihayê şêraniyê kiriye

Heseke (Rûdaw) - Di meha Remezanê de li Rojavayê Kurdistanê berî kirîza Sȗriyê şêranî pir dihat kirîn, lê bi gotina xwedî kargehek şêraniyê  ji ber bihabȗna şekir ȗ rȗn bihayê şêraniyê  jî bilind bû ye û wekî berê nayê firotin.

 

Şêranî di meha Remezanê de ji aliyê rojîgiran ve gelekî tê xwestin, xwedî kargehek şêraniyê ji bajarê Hesekê dibêje, ku bihabȗna şekir ȗ rȗn ȗ zeytê li gel destê karkiran bandore xwe li ser bihabûna şêraniyê kiriye û ew neçarin ku  nirxê  şêraniyê bilind bikin.

 

Welatî jî dibêjin ku cudahiyeke mezin di navbera nirxê şêraniyê beramberî salên borî de heye û ew nema wekî berê dikarin  şêraniyê bikirin.

 

Xwediyê kargeha şêraniyê Ebdilqadir Mihemed wiha got: “Bihabuna şêraniyan ne tenê ziyan li welatiyan dike, lê firoşkar jî dibêjin ku tevgera karê wan lawaz bû ye û rewş îsal ne li gorî salên remezanê yên berê tevdigere.”

 

Welatiyek jî dibêje ku di Remezana bûrî de nirxê şêraniyê baş bû, û her kesî dikarî bû şêraniyê bikre. Bi gotina wî welatî ji ber nebûna çavdêriyê şêrnaî biha bû ye û her firoşyarek bi nirxekî cuda şêraniyê difroşe.   

 

Pêşiyên Kurda berê gotine; “sal bi sal xwezî bi sala par” ev hevok jî rewşa xirab ya ku xelkên Rojavayê Kurdistanê tê re derbas dibin, bi kurtayî dide xuyakirin.