Heseke (Rûdaw) - Di meha Remezanê de li Rojavayê Kurdistanê berî kirîza Sȗriyê şêranî pir dihat kirîn, lê bi gotina xwedî kargehek şêraniyê ji ber bihabȗna şekir ȗ rȗn bihayê şêraniyê jî bilind bû ye û wekî berê nayê firotin.
Şêranî di meha Remezanê de ji aliyê rojîgiran ve gelekî tê xwestin, xwedî kargehek şêraniyê ji bajarê Hesekê dibêje, ku bihabȗna şekir ȗ rȗn ȗ zeytê li gel destê karkiran bandore xwe li ser bihabûna şêraniyê kiriye û ew neçarin ku nirxê şêraniyê bilind bikin.
Welatî jî dibêjin ku cudahiyeke mezin di navbera nirxê şêraniyê beramberî salên borî de heye û ew nema wekî berê dikarin şêraniyê bikirin.
Xwediyê kargeha şêraniyê Ebdilqadir Mihemed wiha got: “Bihabuna şêraniyan ne tenê ziyan li welatiyan dike, lê firoşkar jî dibêjin ku tevgera karê wan lawaz bû ye û rewş îsal ne li gorî salên remezanê yên berê tevdigere.”
Welatiyek jî dibêje ku di Remezana bûrî de nirxê şêraniyê baş bû, û her kesî dikarî bû şêraniyê bikre. Bi gotina wî welatî ji ber nebûna çavdêriyê şêrnaî biha bû ye û her firoşyarek bi nirxekî cuda şêraniyê difroşe.
Pêşiyên Kurda berê gotine; “sal bi sal xwezî bi sala par” ev hevok jî rewşa xirab ya ku xelkên Rojavayê Kurdistanê tê re derbas dibin, bi kurtayî dide xuyakirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse