Bi hatina Rohanî re tûmen li hember dolar ‘serê xwe rakir’

20-06-2013
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn ji roja ku Hesen Rohanî wek serokomarê nû yê Îranê hatiye hilbijartin nirxa dirafên biyanî bi taybet dolar li wî welatî daketiye.

Li gorî nûçeya Reutersê, piştî ku 15ê vê mehê encamên yazdemîn hilbijartinên serokomariya Îranê hat ragihandin û Hesen Rohanî wek serokomarê nû yê wî welatî hat hilbijartin, nirxa dirafên biyanî bi taybet dolar li hember dirafê îranî (tûmen) daket.

Li gorî nûçeyê, nirxa dolar ji roja 15ê mehê heta îro (20.06.2013) ji 3 hezar û 630 tûmenan daketiye 3300 tûmenan.

Di dema propagandeyên hilbijartinên serokomariyê bi taybet di dema tomarkirina navê Refsencanî ji bo namzediyê bazara zêr û diraf li Tehranê liviyabû lê piştî ku namzediya wî hatibû redkirin, dîsa jî daketibû.

Yek ji pisporên bazara zêr û diraf li Îranê bi navê Mîr Kazim Fatimî ji ajansa ÎSNA ya îranî re got ku daketina nirxa dolar li Îranê vedigere encamên hilbijartinan û îhitmala cîbicîkirina bernameyên aborî yên serokomarê nû ye.

Li gorî Fatimî, ji ber ku bazarî îhimal didin ku têkiliyên siyasî yên Îranê digel welatên baştir bibe, dikevin nav liv û tevgerê.

Tê zanîn Hesen Rohanî di dema propagandeyên hilbijartinê de rexne li siyaseta aborî ya hikûmeta Ehmedînejad girtibû û soz dabû dê digel welatên derve bi dîplomasiyek baştir bide û bistîne.

Her wiha hat gotin ku nirxa zêr jî li nav bazarên Îranê de kêm bûye lê nayê zanîn ka ev daketina nirxa zêr dê bidome yan na.

Li bazarên cîhanê de îro nirxa her onsek zêr gihîşte 1300 dolarî ku wek rêkordek dîrokî ji bo daketina nirxa metalên giranbiha tê hesibandin.

Li gorî ÎSNAyê, nirxa her zêrek “Beharê Azadî” yê Îranê, îro kêmtirî milyonek û 167 hezar tûmen hat firotin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst