Bexdayê biryara şandina 400 milyar dînar bo Herêma Kurdistanê da

Hewlêr (Rûdaw) – Çavkaniyeke ji Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê ragihand ku hikûmeta Iraqê razî bûye bo Herêma Kurdistanê 400 mîlyar dinar bişîne.

Çavkaniyeke ji Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand ku îro Çarşemê 20 Gulana 2020an hikûmeta Iraqê razî bûye 400 milyar dînar ji Herêma Kurdistanê re bo mûçeyê meha derbasbûyî ya Nîsanê bişîne.

Ev beşa bo meha Nîsanê tê şandin, 53 milyar dînar kêmî mûçeyên fermanberên Kurdistanê ye.

Li gor yasaya budeceya 2019an divê hikûmeta Iraqê mehane 453 milyar dînar bo mûçeyê fermanberên Herêma Kurdistanê bişîne.