Rêveberiya Xweser bac li ser karmendên Kobanî ferz kir

21-05-2019
RÛDAW
Biryar dê ji 1ê Hezîrana 2019an ve li ser tevahiya karmendên saziyên ser bi Encûmena Cîbicîkar a Herêma Feratê ve bê cîbicîkirin
Biryar dê ji 1ê Hezîrana 2019an ve li ser tevahiya karmendên saziyên ser bi Encûmena Cîbicîkar a Herêma Feratê ve bê cîbicîkirin
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Bac Rêveberiya Xweser
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a Rojvayê Kurdistanê bac li ser mûçeyên karmendên herêma Kobanî ferz kir.

 

Di giştînameyekê de ku, kopiyek jê gihaye Rûdawê, Rêveberiya Xweser a Rojvayê Kurdistanê bac li ser mûçeyên karmendên herêma Kobanî ferz kir.

 

Li gor giştînameyê, Hevserokatiya Encûmena Cîbicîkar a Herêma Feratê mehane 1000 lîreyên Sûrî li ser her karmendekî li herêmê ferz kiriye.

 

Giştînameya ku roja 19ê Gulanê derçûye diyar dike ku ev biryar dê ji 1ê Hezîrana 2019an ve li ser tevahiya karmendên saziyên ser bi Encûmena Cîbicîkar a Herêma Feratê ve bê cîbicîkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst