Dana Gas: Berhemanîna gaza sirûştî li Kurdistanê %9 zêde bûye
Hewlêr (Rûdaw) - Kompaniya Dana Gas ragihand ku îsal 53 milyon dolarên Amerîkî ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê wergirtiye û eşkere kir ku asta hilberîna gazê li gorî sala borî ji sedî 9 zêde bûye.
Kompanyaya Gasa ya Îmaratê ku li Herêma Kurdistanê weberhênan gaza sirûştî dike, îro Sêşemê 20ê Nîsana 2021ê di daxuyaniyekê de ragihand, ku ji destpêka îsal ve 151 milliyon dolarên Amerîkî ji firotina gaz û berhemên din ên Herêma Kurdistanê qezenc kiriye.
Dana Gas eşkere kiriye ku wê ji destpêka îsal ve weke pişka xwe bi qasî 53 milyon dolarên Amerîkî ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê wergirtiye û herêma Kurdistanê pereyên li ser wê bi temamî û di dema xwe de dide.
Dana Gas ku kompaniyeke Îmaratê ye taybet bi enerjiyê, di sala 2005 an de hate avakirin, weke mezintirîn kompaniya gaza xwezayî ya Rojhilata Navîn tê dîtin.
Serokê Cîbicîkar ê Kompaniya Dana Gasê Patrick Alman Ward got: “Hêviyên me li ser wê weberhênana ku em di çarçoveya pilanên xwe yên paşerojê de dikin û li ser zêdebûna berhemanînê û pereyên ku li Herêma Kurdistanê werdigirin, hene."
Kompaniyayê pêşbînî jî kir ku bi wê buhayê petrolê yê niha, Herêma Kurdistanê dê di çaryeka sêyem a sala 2021an de bikaribe hemû deynên xwe yên boi kompanyayê bide.
Dana Gasê herwiha di daxuyaniya xwe de got: “Asta hilberînê li Herêma Kurdistanê, di çaryeka dawî ya sala 2020an de zêdebûnek mezin tomar kir. Piştî berfirehkirina xebatên li kelgeha Kormorê, rêjeya hilberîna gaza xwezayî di çaryeka yekemîn a îsal de ji sedî 12 zêde bû û rojane 439 milyon metrekup bû, di heman serdema sala borî de ev hejmar rojane 391 milyon metrekup bû.”
Di sala 2007 de Herêma Kurdistanê û Kompanyaya Dana Gas rêkevtinek ji bo damezrandina bajêrê gazê li Kurdistanê îmze kirin û berhemanîna gazê li Herêma kurdistanê di sala 2008 de li kêlgeha Cormor dest pê bibû.