Li Rojava ji ber koronayê nirxê kelûpelan biha bû

Qamişlo (Rûdaw) - Li nav bazara Qamişlo welatî dilgiraniya xwe nîşan didin û dibêjin, her diçe nirxê lîreya Sûrî jî dadikeve û ji ber girtina sînor û biryara qedexeya derketina derve jî, nirxê alav û kelûpelan biha bûye.

Îro dawin roj  e beriya destpêkirina qedexeya  hatin û çûnê li Rojavayê Kurdistanê û xelk kelûpelan dikirin û hesabê rojên ku dê di malê de binînin dikin.

Welatî giliya ji bihabûna kelûpan dikin dibêjin tişt ji ber nerxên wan nayên kirîn.

Welatiya bi navê Remziya Hesen dibêje: “Min du mirîşk kirin bi 10 hezaran û du kîli bacan bi 1500 lîreyan û kîloyek xiyar jî 1500 lîre ye. Em dê çawa têr bixwin, ma ev ne xela ye çi ye.”

Welatî Samir Îbrahîm jî dibêje: “Ev çar yan pênc sal e xela heye  û divê 5 kes di malê de kar bikin heya  ku xwe xwedî bikin.”

Careke din nirxê dolarê Amrîkî li beramber lîreya Sûrî bilind bû û gihişt  1160 lîreyan, piştî ku di naverasta sala derbasbûyî bi 600 lîreyan bû.

Bi jidestdana nirxê lîreya sûrî, di cih de bandor li kelûpelên bazarê  dibe.

Dikandar Şems Eledîn Elî jî got: “Sedema bihabûnê, nexweşiya koronayê ye, xelk ditirsin dikan bêne girtin. Duyem, Cejna Newrozê ye, tiştê ku beriya Newrozê bi 100 bû niha bi 140 yan 150 ye.”

Şarezayên aborî behsa wê yekê dikin ku êdî karîna hikumetê tune ye, rê  li ber şikestina lîreya sûriyê bigre.

Derbarê mijarê de Serokê Desteya Serafan a Rêveberiya Xweser Şêx Welîd jî wiha axivî: “Nirxê dolar niha bûye derdora 1160 lîreyan, berê wê li biha bûnê  ye, bigihêje 1200 yan 1300 û dibe ku bibe 1500 jî, çimkî ji ber nexewşiyê û  şer û êrîşan, yê ku pereyên wî bi Sûrî jî be, dike dolar.”

Ne Rêveberiya Xweser û ne hikumeta Sûriyê mûçeyên xwe zêde dikin, roj  bi roj cûdahiya di navbera dahat û xerciyên welatiyande  bêtir dibe.