KURDISTAN - Hikûmetê 3 meh molet da kompaniyên deyndar

21-02-2020
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Kompanyaya Edelman Bankên Bazirganî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Herêma Kurdistanê 3 meh molet daye kompaniyê deyndar û eger di wê maweyê de deynên xwe nedin, dê dest bi ser mal û milkê wan kompaniyan de bê girtin.

Li gor nivîseke Rêveberiya Giştî ya Bankên Bazirganî ku arasteyî hemû bankeyên bazirganiyê yên li Herêma Kurdistanê kiriye, hikûmetê tenê 3 meh weke molet diyar kiriye ku ew kompanî deynên xwe bidin.

Rêveberê Giştî yê Bankeyên Bazirganî yê bi wekalet, Kazim Namîq, ji Rûdawê re ragihand, “Di salên 2003 û 2004an de li gor rênimayên hikûmet û bankeyan deynên hêsankariyê hatine dayîn bi kompanî, bazirgan û hemwelatiyan ku ew deyn jî 770 ta 800 milyar dînar e. Berî niha çend rênima hatin derkirin û daxwaza vegerandina deynan hat kirin, lê ji ber krîza darayî deyn nehatin begerandin û hikûmetê jî mawe bo dirêj kir.”

Kazim Namîq dibêje jî, “Ev dawîn derfet e. Eger di wê maweyê de deyn neyên vegerandin, dê dest bi ser milkê kompaniyan de bê girtin.”

Rêbaz Hemlan, Yarîdederê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo karûbarên Weberhênan û Encûmena Raje ya Giştî, ji Heftenameya Rûdawê re aşkere kir ku 700 milyar dînar ên hikûmetê li aliyê kompaniyan e.

Li gor nivîsan Rêveberiya Giştî ya Bankên Bazirganî, maweyê wergirtina deynan 10.02.2020an dest pê dike û roja 10.05.2020 bi dawî tê û eger di vê heyamê deyn neyên vegerandin “rêkarên yasayî dê li hember kompaniyên deyndar bên pêkanîn.”

Rêbaz Hemlan jî dibêje hinek kompaniyan hikûmeta xapandiye ku “ew milkê li cihê deyn dayine yan nîne yan jî nirxê wan gelek kêmtir e ji deyn, ev pirsgirêk pêk aniye bo hikûmetê.”

Heta niha hikûmetê çend caran rênima û biryar bo vegerandina wan deynan der kirin. Rêveberiya Giştî ya Bankên Bazirganiyê roja 17.02.2019an palpişt bi nivîsa Serowkezîrê Kudistanê, daxwaza vegerandina wan deynan kir. Di wê biryarê 6 meh (20.02.2019- 2.08.2019) mawe bo bankên deyndar danîbû.  Lê piraniya kompaniyan di wê maweyê de deynên xwe venegerandin.

Berî niha jî Soran Umer, parlamenterê Fraksiyona Komela Îslamî li Parlamentoya Kurdistanê bi rêya Cîgirê Seroka parlamentoyê daxwaza ronîkirinê li hikûmetê kiribû derbarê venegerandina wan 700 milyar dînar ji aliyê kompaniyan ve.

Cîgirê Seroka Parlamentoya Kurdistanê jî roja 04.12.2019, nivîseke wî parlamenterî arasteyî hikûmetê kir û Wezîrê Darayî jî di bersivê de ragihand ku kompanî û hemwelatî 700 milyar dînar deyndar in bo hikûmetê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst