Tirkiyeyê bi qasî 10 milyar dolaran kelûpel firotine Îraq û Herêma Kurdistanê
Hewlêr (Rûdaw) - Tirkiyeyê ji 1ê Kanûna Paşîn heta Çiriya Pêşîn a îsal, bi qasî 10 milyar û 766 milyon dolarên Amerîkî kelûpel firotine Îraq û Herêma Kurdistanê.
Li gorî amarên Sîstema Bazirganiya Giştî ya Tirkiyeyê, ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 10 mehên salê de bi qasî 10 milyar û 766 milyon dolaran kelûpelên cuda hatine Îraq û Herêma Kurdistanê.
Di nava kelûpelan de tiştekî ku herî zêde hatiye hinardekirin dexlûdan e.
Li gorî amaran bi 2 milyar û nîvan berhemên dexlûdan hatine hinartin.
Piştî dexlûdan madeyên kîmyewî tên ku ew jî bi qasî milyarek û 200 milyon dolarên Amerîkî ne.
Her wiha mobîlya, kaxiz û berhemên daristanan jî bi qasî 1,05 milyar dolaran hatine hinartin.
Bi qasî 954 milyon dolaran jî xişir û bi 790 milyon dolaran berhemên elektrîk û elektronîkê hatine hinartin.