Coronayê Parîs û Zurich kirine giranbihatirîn bajarên cîhanê

Hewlêr (Rûdaw) - Corona ligel zirar û ziyanên canî, zirareke zêde jî daye aboriya welatan. Her vê vîrûsê wiha kiriye ku herdu bajarên Zurich li Swîsreyê û Parîs li Fransyê bibin giranbihatirîn bajarên cîhanê.

Li gor rêzbendiyeke Yekeya Îstîxbarata Aborî ku mesrefa jiyanê li bajar û bajarokan diyar dike, Zurich di pileya yekem de bi 103 xal, piştî wê jî Parîs her bi 103 xal, Hong Konga Çînê jî her bi 103 xal di pileya sêyem de ye. Piştî wan Singapûr e bi 102 xal û Tel Aviv bi 101 xal di pileya pêncem de ye.

Yekeya Îstîxbarata Aborî ku ser Grûpa Aborî ya Ewropayê ye û karê wê lêkolîn û nirxandin e, dibêje ji dema Corona derketiye, li wan bajaran destê xwe bidî her tiştekî bihayê wê firiye. Grûpa navbirî meha Îlona îsal bihayê 130 kel û pel û amûr li 130 bajarên cîhanê berhev kiriye û derketiye ku bihayê kel û pelan bi rêjeya %0.3 bilind bûye.

Bajar û bajarok li herdu Amerîka, Efrîqa û rojhilatê Ewropayê kêmtir ketine ber bandora krîza Coronayê, xerciya jiyanê li bajar û bajarokên welatên rojavayê Ewropayê girantir e, beşek ji vêna vedigere bo bilindbûna diravê Ewropî li beramber dolarê Amerîkî.

Cinêv di pileya heftem û Kopenhagen pileya heştem, Singapûr û Osaka Japonyayê ku sala borî li pêş Hong Kongê bûn, îsal li van herdu bajaran mesrefa jiyanê kêmtir e, ev jî vedigere hawirdekirina karkerên biyanî ku bûye sedema kêmbûna daxwazê û daketina bihayê kel û pelan, ji wextê Corona derketiye, Japonyayê nirxê sedemên veguhestinê daxistiye.

Li gor raporta wê yekeyê, bazar û kompanyayan bihayê wan kel û pelan bilind kiriye ku berê alternatîv bûn û niha wek pêdiviyên serekî yên jiyanê tên hesabkirin. Pêdiviyên malan li marketan di nirxekî de cîgir bûn, tobacco û alkol hinekî giran bûne, kêmtir daxwaz li ser cilûbergan bûye û zerar û ziyaneke zêde ji ber qedexeya çûn û hatinê gehiştiye wan.

Di nav rêzbendiyê de, li Tehranê bihayê kel û pelan gelekî bilind bûye, ligel wê jî di pileya 79emîn de ye. Cezayê guşara herî zêde yê Amerîkayê bo ser Îranê yek ji wan sideman bûye ku bihayê diravê wê bikeve û li beramber jî bihayê kel û pelan bilind kiriye.