Derxistina gazê li Senegalê zirar gihandiye masîgiran

19-10-2022
Mihemed Ibrahîm
Wêne: SEYLLOU / AFP
Wêne: SEYLLOU / AFP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tenê 10 kîlometreyan dûrî perava gundê Nguet Ndar ê ser bi bajarê Saint-Louis ê Senegalê platformeke gazê hatiye danîn ji bo derxistina gaza xwezayî ji bin Okyanûsê. Masîgir nikarin li nêzîkî vê termînalê masiyan bigrin û vê yekê jî zerar gihandiye sektora masîgiriyê ku jiyana hejmareke zêde ya xelkê vî gundî li ser e.

Ev platform li gor masîgiran bûye sedema pîskirina jîngehê û jinavçûna hejmareke zêde ya masiyan.

Masîgirê Senegalî, Moussa Fall derbarê wê pirsgirêkê de dibêje, “Zêrevanên deryayî yên Morîtanya û Senegalê nahêlin em 500 metreyan nêzîkê platforma gazê bibin. Wê bandoreke zêde li karê me kiriye, di cihekî de hatiye danîn ku gelek masî têde hene, me berê li wir masî digirtin. Niha em diçin û destvala vedigerin.” 

Rûberê navçeya girtina masiyan li vê derê gelekî biçûk e, li aliyekî dighe sînorê deryayî yê li gel Morîtanyayê. Masîgir dibêjin ku heta niha nêzîka 19 masîgir bi destê zêrevanên deryayî yên Morîtanyayê  hatine kuştin, ji ber derbasî nav sînorê wan bûbûn.

Berpirsê Giştî yê Yekîtiya Masîgirên Senegalê, Moustapha Dieng jî dibêje, “Mercanên xwezayî li wê derê hene, bûne wek bingeheke ji keviran. Platform li wir hatiye danîn, ji ber bingeha wê xurt e. Lê gelek corên masiyan di wê jîngeha mercanî de dijîn. Herwiha zêdeyî 3 hezar kelekên masîgiran hene ku jiyana wan li ser vê avê ye.”

Senegal li başûrê Afrîqayê dikeve ser Okyanûsa Atlantîkê û hejmara xelkê wê nêzîkî 17 milyon kes in.

Dirêjahiya peravên wê nêzîkî 718 kîlometre ne. Derdora 600 hezar kes ji xelkê wê di sektora masîgiriyê de kar dikin ku ji sedî 15ê hêza kar li wî welatî pêk tîne.

Salane derdora 150 hezar ton masî hawirde dike, ku ji sedî 3.2ê ji berhema wî welatî pêk tîne.

Heşt sal in gaza yedek li Senegalê hatiye dîtin, lê demeke nêzîk e ku hikûmetê dest bi derxistina wê kiriye. Tê pêşbînî kirin ku di 2023an de bikaribe gazê bo welatên derve hinarde bike, bi taybetî bo Ewropa, da u bibe alternatîfek ji gaza Rûsî re.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst