Mehmet Kaya: Bazirganiya navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê daketiye

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê ragihand ku ji ber rawestandina geştên esmanî di navbera Hewlêr-Amed û Hewlêr-Dîlokê de, rêjeya bazirganiyê daketiye.

Mehmet Kaya dibêje, piştî derketina vîrûsa Coronayê, geştên esmanî yên di navbera Hewlêr-Amed û Hewlêr-Dîlokê de hatine rawestandin û ev yek jî bûye sedem ku rêjeya bazirganiyê ya di Tirkiyê û Herêma Kurdistanê de bi rêjeyekî berçav dakeve.

Bi gotina Serokê Odeya Bazirganiya Amedê, qebareya bazirganiya di navbera Tirkiyê û Herêma Kurdistanê de ji 13 milyar dolaran daketiye 7 milyar dolaran.

Piştî belavbûna vîrûsa Coronayê geştên esmanî di navbera Hewlêr-Amedê de hatibûn rawestandin û di meha Nîsana îsal de ji Enqere û Stenbolê geştên esmanî bo Hewlêrê hatin encamdan, lê her ji par ve geştên di navbera Hewlêr-Amed û Hewlêr-Dîlokê de hatine rawestandin.

Ev yek jî bûye sedem ku bazirgan û karsazên Bakurê Kurdistanê yan divê biçin Stenbol û Enqerê û wisa bêne Hewlêrê, yan jî divê bi rêya bejahî ji deriyê Îbrahîm Xelîl re derbas bibin û bi vê yekê jî li deriyê Îbrahîm Xelîl qerebalixiyekî zêde çêbibe.

Mehmet Kaya dibêje jî, hewlên wan bo dubare destpêkirina wan geştên esmanî berdewam in û li gorî pêşbîniya wan, wê di meha Mijdara îsal de dubare geştên esmanî destpê bikin.