Li Mêrdînê 2500 ton fistiq hat berhevkirin

19-10-2020
RÛDAW
Nîşan Mêrdîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Mêrdîna Bakurê Kurdistanê werza berhevkirina “fistiqên Dîlokê” bi dawî bû û li gor daneyan li wê parêzgehê 2 hezar û 500 ton fistiq hat berhevkirin.

Serokê Komeleya Weberhênanên Fistiqan ên Mêrdînê Huseyîn Karaman ragihand kuli ser asta parêzgehê ji 15 hezar donim erdê bi qasî 450 hezar darên fistiqê hene îsal 2 hezar û 500 ton fistiq hat berhevkirin.

Huseyîn Karaman diyar kir ku ew dixwazin di weberhênan fistiqan de Mêrdîn jî bibe xwedî rol û wiha got: “Em dixwazin mîna Dîlok, Riha û Sêrtê li ser erdên berfireh hilberînê bikin. Xwezî me 5-6 sal berê dest bi danîna daran bikira. Lê zehf dereng jî nîne. Bi îzna Xwedê em dê di nava 3-4 salan de bigihîjin van parêzgehan. Qalîteya fistiqên vê derê mîna ya parêzgehên din e. Xweliya vê derê zehf biqalîte ye, lewma ber û berhem jî baş e.”

Serokê Komeleya Cotkaran a Qoserê Mikail Erbeyî jî diyar kir ku van axiriyan gelek hilberîner zeviyên xwe dikin darên fistiqê û got: “ji ber vê çendê jî sûda fistiqê ya ji bo herêmê û aboriya welat zêde ye.” 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst