Şandeke Kurdistanê diçe Bexdayê: Mijar petrol û bûdce ne

Hewlêr (Rûdaw) – Şandeke pilebilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo gotûbêjên derbarê pişka Herêma Kurdistanê ji bûdceya sala 2016an a Iraqê û rêkevtineke din a petrolê di navbera Bexda û Hewlêrê de serdana Bexdayê dike.

 

Endamê Komîteya Petrol û Wuzeyê di Parlamentoya Iraqê de Tariq Gerdî ji Rûdawê re ragihand, îro 19ê Cotmehê Komîteya Petrol û Wuzeyê di Parlamentoya Iraqê de ligel Wezîrê Petrolê yê Iraqê Adil Ebdulmehdî civiya.

 

Tariq Gerdî ragihand: “Di civînê de projeya yasaya bidceya giştî ya Iraqê bo sala 2016an hat nirxandin. Wezîrê Petrolê ji me re ragihand ku di çend rojên dahatî de dê şandeke pilebilinda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo gotûbêhên derbarê bûdceyê de serdana Bexdayê bike.”

 

Li gor gotina Gerdî, Wezîrê Petrolê yê Iraqê Adil Ebdulmehdî ji endamên Komîteya Petrolê û Wuzeyê re gotiye ku şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê di asteke bilind de dibe û desthilat jî hene ku ligel Hikûmeta Iraqê bigihin rêkevtinê.

 

Tariq Gerdî herwiha got: “Di civînê de axavtin li ser dana heqê şîrketên petrol hat kirin bi taybet ewên ku li Kurdistanê kar dikin, daku bikarin li ser karên xwe berdewam bin û Hikûmeta Iraqê pereyên wan nedaye.”

 

Gerdî herwiha amaje bi wê jî kir, ku di beşeke din a civînê de behsa lêgerîn û dîtina bîrên petrolê û berfirehkirina bîrên petrelê li Besra, Nasiriye, Emare û cihên din ên Iraqê hat kirin.

 

Herwiha di civînê de behsa bikaranîna çavkaniyên gaza xwezayî li Iraqê bo îstgehên berhemanîna kehrebayê jî hat kirin, ku bi wê yekê Iraq dikare %20 ê kehrebaya xwe dabîn bike.

 

Encumena Wezîran a Iraqê duh yekşem di civîneke neasayî de projeyasa ya bûdceya Iraqê ya bo sala 2016an pesend kir. Bûdceya Iraqê bo sala 2016an bi 106 trliyon dînar hatiye pêşbînîkirin, lê belê dahata Iraqê tenê 84 triliyon dînar e û bi qasî 23 triliyon dînar bûdceya wî welatî rastî  kurtanînê tê.

 

Di projeya bûdceya 2016 a Iraqê de pişka Kurdistanê bi %17 hatiye bicihkirin, bi mercekê ku Herêma Kurdistanê rojane 550 hezar bermîlên petrol ji bîrên Kerkûkê û cihên din ên Kurdistanê radestî şîrketa SOMOyê bike.

 

Herwiha nirxê her bermîleke petrolê di bûdceya 2016an de bi 45 dolar hatiye hesabkirin.