Li Tirkiyê her diçe bêkarî zêde dibe

19-09-2018
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Stenbol
Stenbol
Nîşan Stenbol Tirkiye Bakarî
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) – Qeyrana aborî û bilindbûna nirxê dolar û enflasyon li Tirkiye dibe sedema derketina pêleke nû ya bêkaran. Li gorî Navenda Amarên Fermî TUİKê, rêjeya bêkariyê di meha Hezîranê de gihîştiye %10.2an. Lê rêjeyên hersê mehên din hîn nehatine eşkerekirin.

 

Li gorî DİSK-ARê jî rêjeya giştî ya bêkariyê %17 e. Metirsî ew e ku heta dawiya mehê rêjeya bêkariyê bigihîje nêzikî %20an.

 

Ercan xelkê Bitlîsê ye û weke bi milyonan kurdên din li Stenbolê dijî. Ew piştî mamostetî, karên medyayî, werger û çend karên din, niha zêdeyî du salan e bêkar e. Tevî ezmûna wî ya çend qadên cihê jî karekî ku ew xwe bide ber peyda nabe. Ew jî weke 6 milyon kesên din ên bêkar, li benda derfetekê ye da ku dabînkirina debareke baştir bidest bixe.

 

Ercan Ekîncî ji Rûdawê re got: “Li Tirkiye rewş her ku diçe girantir dibe û yê min êdî hêviyeke min jî nemaye. Li vî bajarî jî debar her tim zehmet e. Ez bi karên ku rojane dibînim hinekî ber xwe didim lê malbata min jî li vir e û ger malbat nebûya bo min wê jiyan bêhtir zehmet jî bibûya.”

 

Li Bûrsayê beriya 5 mehan 14 kes bi hinceta ku bûne endamê sendîkayekê ji kar hatine avêtin. Ji wê rojê pêve ye ew di mangirtinê de ne. Ew li pêşiya navenda wê kompaniyê û daxwaza maf û karê xwe dikin.

 

Yucel Ozkan got: “Nêzikî 10 sal in ku ez di heman karî de dixebitîm. Di 17ê Nîsanê de bi hincetên nerast em ji kar derxistin. Tekane daxwaza me ew e ku zarokên me karibin bijîn û em jî mercên wan dabîn bikin û dahateke baş bo wan amade bikin. Bo vê ji nû ve karê xwe dixwazin.”

 

Li gorî TUİKêrêjeya bêkariyê di meha hezîranê de gihîştiye %10.2 kesan. Daneyên hersê mehên dawîn ku krîz kûrtir bûye hîn nehatine ragihandin. Li gorî daneyan di nava salekê de 64 hezar kes ji karên xwe bûne û reqem bûye 3 milyon û 315 hezar kes. Lê DÎSK-AR radigihîne ku rêjeya giştî û rastîn %17 e û hejmar jî zêdeyî 6 milyon kesan e.

 

Nûnerê DİSK-ARê Azîz Çelîk jî ji diyar kir: “Amarên ku TUİK belav dike, ji wan kesan pêk tê ku di sê mehên dawîn de li karekî digerin. Lê amarên ku em amade dikin, ji bajaran heta bajarakon û gundan jî li xwe digire. Ji bo wê rastîn reqem ew e ku bêkarî gihîştiye %17ê. Daneyên sê mehên dawîn nîn in û ji xwe qeyran sê mehin kûr bûye. Li gorî ku em dibînin di mehên pêş de wê rêje gelekî kûrtir bibe.”

 

Li gorî amaran di nava salekê de 611 hezar kes bûne xwedî kar û rêjeya destbikarbûnê bûye 29 milyon kes. Lê %34ê wan bêyî ku li saziyeke sîgortekirinê tomarkirîbin dixebitin. Dîsa li gorî daneyan, qada ku herî zêde bêkarî derçûye jî, qada înşaatê anku avahîsaziyê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst