Ji Elî Qeredaxî fetwaya li ser Bitcoin û Onecoin

19-08-2018
RÛDAW
Nîşan Elî Qeredaxî Bitcoin Onecoin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) –  Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Îslamî Dr. Elî Qeredaxî bi fetwayekî karkirina bi dravên elektronîkî yên wek Bitcoin û Onecoin heram kir.

 

Dr. Elî Qeredaxî bi daxuyaniyekî behsa proseya karkirina bi pereyên elektronîkî kir û ragihand: “Ti hebûneke berçav a vê dirava elektronîkî nîne, bi xeyalî danûstandin tê kirin. Wek opsiyona haştagan e û wek marcin û forîksa niha. Proseyeke xwarina malê xelkê ye bi heramî, kêmîneyek li ser hesabê piraniyan qazancê dike.”

 

Qeredaxî herwiha got: “Li banke yan jî ciheke din muamelekirina li gel vê diravê heram e. Bila ew kesên kirîne vegerînin û qazanca wê jî bixin nav karê xêrxwaziyê.”

 

Dr. Elî Qeredaxî behsa prenbên çalakiyên aborî yên îslamê jî weke, berhemanîn, xerckirin, alogor, parvekirin û dubare parvekirin, rave kir.

 

Li Herêma Kurdistanê hejmareke hemwelatiyan pereyê elektronî ya Onecoin kirîne, ku heta niha jî di bazarên cîhanî de kar pê nehatiye kirin.

 

Beriya niha li ser vê mijarê şandekî ji Kurdistanê çûbû Qeterê û serdana Elî Qeredaxî kiribû. Wî jî piştî lêkolîna 6 mehan ev fetwa derxist.

 

Beriya niha Lîjneya Fetwa ya Kurdistanê derbarê Qnet de fetwayek derxistibû. Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Îslamî Dr. Elî Qeredaxî jî di daxuyaniya xwe de bal kişande ser vê mijarê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst