MERÎWAN - Hersal 1200 ton tûtin tê berhemanîn

Merîwan (Rûdaw) – Tûtinkarên bajarê Merîwana Rojhilatê Kurdistanê dest bi çinîna berhemên xwe kirine. Ew niha belgên tûtinê berhev dikin û paşî zuha dikin.

 

Cotkarên Merîwanê yên ku tûtinê diçînin, biharê şitlên tûtinê diçînin û di dawiya havînê de jî dest bi berhevkirin û hişkkirina balên tûtinê dikin.

 

Tûtin zêdetir li wan gundên têr av tê berhemanîn. Li Merîwanê her sal zêdetirî hezar û 200 ton tûtin tê berhemanîn. Cotkar berhemên xwe didin kargeha tûtinê ya Merîvanê.  

 

Hişkkirina tûtinê derfeta kar ji bo hejmareke jin û zarokên gundên Merîwanê re peyda kiriye.

 

Lê cotkarên tûtinê giliya wê yekê dikin, ku kargeh pareyên wan dereng dide.