Rûdaw (Hewlêr)- Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê, Aştî Hewramî pilana wezareta xwe bo zêdekirina berhema rojane ya petrola Kurdistnê aşkere kir û behsa kiryarên wê petrolê jî dike.
Di daxuyaniyeke taybet de bo Tora Medyayî ya Rûdawê, Aştî Hewramî derbarê rêjeya petrola Herêma Kurdistanê yak u hatiye firotin de got: “Heta niha 6-7 milyon bermîl ji petrola Herêma Kurdistanê hatiye firotin.”
Hewramî diyar kir jî ku: “Em berdewamin li ser şandina petrolê bi rêjeya 100 bo 125 hezar bermîl di yek rojê de.” Herwiha tekez kir ku di hefteya bê de, petrola Herêma Kurdistanê bo 250 hezar bermîl rojane dê bê zêdekirin û got: “Di pilana me de heye ku heta dawiya vê salê rojane 500 hezar bermîl petrol bişînin.”
Derbarê dahata petroa firotî jî wezîrê çavkaniyên xwezayî wiha ragihand: “Dahata wê bo budce û mûçeya fermanberan hatiye terxan kirin.”
Derbarê wê keştiya helgira petrola Kurdistanê ya ku bi sedema dozeke hikûmeta Iraqê hê li kenarên Texsa rawetsaye, Hewramî got: “Kêşe hîn li bdadgehê ye û keştî jî lê Texasê ye, hefteya bê dê biryara dawî di derbarê de bê dayîn, ez jî bawerim emê bi ser kevin.”
Navbroî aaşkere kir jî ku “Berdewam petrola me bo welatên Çîn, Îtalya û welatên din diçe.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse