Cotkar ji zêdekirina nirxê sotemeniyê nerazî ne
Hewlêr (Rûdaw) - Zêdekirina nirxê sotemeniyê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bûye sedema karvedanên mezin. Bi taybetî jî di nava cotkaran de.
Li Edenê ku navçeyeke çandiniyê ye, cotkar ji biryara zêdekirina nirxê sotemeniyê gelek aciz bûne. Cotkar dibêjin, êdî dilê wan naxwaze traktorên xwe pêxin û biçin nav zeviyan. Dibêjin jî, eger rewşa wan wiha berdewam be, ew dê bi temamî dest ji karê cotkariyê berdin.
Cotkarên gundê Halvacî ser bi navçeya Karataş a Edenê biryar dane dest ji cotkariyê berdin.
Piştî ku roja 16ê Temûzê bi awayekî fermî li gor biryara Serokkomariyê ya derbarê Baca Mezaxa Taybet (OTV) de baca sotmeniyê hat zêdekirin, lîtreyek benzîn gihişt 35.90 û ya motorînê jî gihişt 33.18 lîreyên Tirkî.
Piştî vê giraniyê cotkar gazinan dikin û dibêjin şiyana wan a darayî ya ku êdî vî karî bikin nemaye.
Cotkar Ahmet Ok dibêje: “Di van şert û mercan de em êdî nikarin cotkariyê bikin. Lîtreya mazot bûye 35 lîre, ez ne tenê êdî nikarim biçim nav zeviyê û cot bikim ez nikarim traktorê pêxim. Piştî van girankirinan em ne dikarin cotkariyê bikin û ne jî dikarin zeviyan biçînin. Ji vê saetê û şûn de piştî van giraniyên ji aliyê dewletê ve hatine kirin em dest ji cotkariyê berdidin.”
Parlamenterê Partiya Gel a Komarê Ayhan Barut roja 18ê Temuzê serdana cotkarên wî gundê kir û ji hikûmetê xwest biyara zêdekirina bacê û giraniyê paşde bikişînin û got: "Li Tirkiyê 3 milyon û nîv lître mazot bo cotkariyê tê terxan kirin. Alîkariya mazotê ya bo cotkaran tê dayîn 12 milyar lîre ye. Lê di şevekê de nêzîka 18 milyar lîre bac li ser hat danîn û bi vî awayî pişta cotkaran şikandin."
Ayhan Barut herwiha got: “Cotkarên me yên fedekar, destên xwe yên girnûg û eniya bi xwêdan, di hemû şert û mercan de bi fedekarî cotkariyê dikin û berhemhênanê dikin. Lê deshilata AKPê cotkarên me gihandine asta ku êdî nikaribin vî karî bikin. Cotkar niha di rewşeke perîşan de ne. Berî dû salan 2021ê lîtreya mazotê bi 7 lîreyan bû. Li gor corê traktoran depoyan 80 heta 100 lître mazot digirt, bi 500 lîreyî dihat tejî kirin, lê niha bi 3 hezar û 500 lîreyî tê tejîkirin. Ji Xwedê bitirsin û ji evdan şerm bikin."
Li gor daneyên Saziya Amran a Tikriyê, di sala 2022an de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 70,2 milyon ton dexlûdan, 31,6 milyon ton zebze û 26,8 milyon ton fêkî, keskahî, beharat û çay hatiye berhemanîn. Tirkiye ku dahateke wê ya zêde li ser çandiniyê ye niha ji ber giranbûna sotemeniyê metirsî li ser wî karî heye.