Li Tirkiyê ji ber rewşa aborî ya xirab kargeh îflas dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, hejmareke zêde ya kargehên biçûk, ji ber enflasyona zêde û giraniya nirxê pêwîstiyan neçar dimînin deriyên xwe bigrin.

Servîsa Tamîrkirina Otomobîlan li parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyê ku ji ber rewşa aborî ya wî welatî li ber îflaskirinê ye.

Ahmet Kaya yê xwediyê wê ku 47 sal in li ser karê xwe berdewam e dibêje, ji ber zêdebûna enflasyonê herî kêm %20ê servîsên tamîrkirina otomobîlan hatine girtin û rewşa wan bi xwe jî nebaş e.

Xwediyê Kargehê Ahmet Kaya got “Em piraniya malzeme û perçeyên zêde ji derveyî Tirkiyê dikirin. Ji ber lîreyê Tirkî berdewam li beramber dolarê Amerikî û Euro nirxê xwe wenda dike bihayê malzemeyan jî zêde dibe. Ev yek jî bandorê li hêza xerciya kiryaran dike. Mînak eger di otomobîlekê de 10 tişt têk çûbin kiryar ji ber nebûna pereyan tenê yên girîng çê dikin.”

Aborînas Enver Erkan derbarê mijarê de dibêje ji ber kar û barê bazirganiyê yê cîhanê piranî bi dolarê Amerîkî tê kirin her diçe nirxê wê zêde dibe û dê ev yek jî enflasyona Tirkiyê zêdetir xirab bike.

Aborînas Enver Erkan dibêje “Rîskên jeopolîtîk û fikarên bêdengiya giştî ya cîhanê bi xwe re nediyariya nirxê diravên biyanî û enflasyonê çêdike. Ev rewş bo kompanyeyan hê zehmettir e. Kargehên biçûk û navîn ji ber rewşa neyînî ya xerciya berhemanînê, rewşa bazarê û daxwaza navxwe û derve zêde rûbirûyê zehmetiyan dibin û bandorê li wan dike.”

Li gor amarên Yekîtiya Ode û Borsayên Tirkiyê (TOBB) di 5 mehên destpêka îsal de li Tirkiye û Bakurê  Kurdistanê bi giştî 7 hezar û 500 kargeh hatine girtin û tenê di Gulanê de li gor heman sala borî bi zêdebûna nêzîka %260 zêdeyî 2 hezar kompanyeyan îflas kirine.