Taner Yildiz: Dibe ku petrola Kerkûkê bi ya Kurdistanê re were

19-06-2014
RÛDAW
A+ A-

Stenbol (Rûdaw)- Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê Taner Yildiz ku li Stenbolê beşdarî civîna Enerjiya Afrîqayê bû derbarê petrola Kerkûkê de got ku ew ji nêz ve pêşketinên li Iraq û Herêma Kurdistanê dişopînin.

Li Stenbolê bi beşdarbûna gelek rayedarên dewletên Afrîqayê civîna Enerjiya Afrîqayê hate lidarxistin.

Wezîrê Enerjiya Tirkiyê Taner Yildiz jî beşdarî civînê bû û derbarê têkiliya Tirkiyê û welatên Afrîqayê de nirxandin kir.

Piştî civînê Wezîr Yildiz pirsên rojnamevanan yên derbarê petrola Kerkûkê de bersivandin ku piştî êrîşên DAIŞê ketiye kontrola peşmergeyan.

Wezîrê Enerjiya Tirkiyê Taner Yildiz diyar kir ku ew vê rewşê ji nêz ve dişopînin.

Yildiz herwiha got “Çi mijarên bi enerjiyê ve girêdayî hene em ji nêz ve dişopînin dikin. Dibe ku ev petrol bi ya Kurdan re were û dibe ku neyê. Li gor rewşê ew ê vê yekê binirxînin.

Berî 2 rojan ajansa Reutersê li ser zarê wezîrê samanên siruştî yê Herêma Kurdistanê Aştî Hewramî belav kiribû ku petrola Kerkûkê wê di rêya boriyên petrolê yên navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê re bê hinartin.

Berî niha petrola Kerkûkê di rêya boriya Kerkûk-Ceyhan re digiha Tirkiyê, lê ji niha û pê de dê di ew petrol di rêya boriyên Herêma Kurdsiatnê re bê şandin.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst