RIHA – Jehra dûpişkan hinardeyî welatên derve dike

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, kargeheke dûpişkan jehra ku berhem tîne hinardeyî welatên wekî Almanya, Hindistan, Çîn, Japonya û Koreya Başûrê dike.

Karsazê bi navê Mehmet Orenler li navçeya Karakopruyê ya Rihayê kargeheke dûpişkan ava kir û tê de 10 hezar dûpişkan bi xwedî dike.

Orenler berî 4 salan li ser qadeke 5 hezar û 500 metreyan ku 200 metre çargoşeyê wê qada girtî ye kêlgehe dûpişkan ava kir.

Orenler jehra wan berhem tîne û difroşe welatên wekî Almanya, Hindistan, Çîn, Japonya û Koreya Başûr.

Mehane navbera  7-11 hezar dolaran qezenc dike

Karsazê Rihayî diyar kir ku mehane 50 gram jehra dûpişkan berhem tînin û di navbera 7 hezar heta 11 hezar dolaran de difroşin.

Mehmet Orenler got:

“Piştî me ev kêlgeh vekir, gelek kes li me geriyan. Ji ber ku rêziknameyeke nû hatiye nivîsandin.

Ji nav Tirkiyeyê û ji welatên din ên wekî Japonya, Koreya Başûr, Çîn, Almanya û Hindistanê gelek kes digerin.

Piştî 4 salan me salek pêş niha dest bi firotina fermî ya derveyî welat kir û niha berdewam dike.

Di rojên pêş me de jî em dê bi hinek welatan re girêbestên mezin îmze bikin.”