Gazprom asta berhemanîna petrola Serqela bilind dike

Hewlêr (Rûdaw) - Kompaniya Gazprom berhemanîna xwe li kêlgeha Serqela ya Herêma Kurdistanê zêde dike û digihîne 35 hezar bermîl petrol di rojekê de.

 

Gazprom ragihand ku wan di sala 2011ê de dest bi berhemanîna petrolê kiriye û heya niha derdora 2 milyon ton petrol berhem anîne û di sala 2015 dest bi veguhestina petrola xav li heman zeviyê kirine.

 

Kompaniya Gazprom diyar ku ew asta berhemanîna petrolê li kêlgeha Serqela ku bi xwe bi kêlgeha Germiyan naskirî ye, zêde kir bo rêjeyeke gelek bilind.

 

Di meha derbasbûyî de hejmara 2 ji bîrên kêlgehên Serqela dest bi berhemanîna petrolê kir û herwiha plana kompaniyê heye ku hejmar 3 jî amade bike û asta berhemanîna rojane bo 35 hezar bermîl, zêde bike ku bîra hejmar 3 ji kêlgeha Serqela dikare rojane 12 hezar bermîl petrol berhem bide.

 

Rêvebirê Cibicîkar yê Kompaniya Gazprom li Rojhilata Navîn Sergey Petrov ragihand ku, berhemanîna 2 milyon ton li navçeya Serqela desteftiyeke girîng e ji bo pêşxistina ew kêlgeha giranbiha, herwiha got ku di heyama 4 salên kar de, ew kêlgeh bûye sedema damezrandina jêrxaneyeke nûjen û pêşketî.

 

Mebesta Sergey Petrov ku li danîna jêrxaneyê li kêlgeha Serqela, dikarin wêstgehên bo embarkirina petrolê dirust bikin ku karibe 17 hezar bermîl embar bike, Gazprom herwiha wêsteghên barkirinê nûjen dike û hebûna jêrxaneyê û nûjenkirina wêstgehan dibe sedema bilindkirina asta petrolê li heman kêlgehê.

 

Gazprom îsal plan danîbû, bi mebesta bilindkirina asta berhemanînê, xaleke avê damezrandiye û dikare rojane 5 hezar bermîl av bo bîrên petrolê veguhêze.

 

Her yek ji kompaniyên Gazprom û wêsterên Zagros, xwedanên %40 ji pişkên kêlgeha Serqela û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî xwedanê %20 ji pişkên kêlgeha Serqela ne.