Li Dêrsimê xelk ji bihabûnê gazinan dikin

19-04-2023
Ali Haydar Gozlu
Li Bakurê Kurdistanê xelk gazinan ji bihabûna xwarinan dike
Li Bakurê Kurdistanê xelk gazinan ji bihabûna xwarinan dike
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê xelk gazinan ji buhabûna xwarinan dike û herî zêde nirxê goşt û penîr zêde bûye û xelk nikare bikire.

Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê êdî li wan parêzgehên ku keriyên pez xwedî dikin û bi zozanên xwe navdar in jî nirxê kîloya goşt gihîştiye astekê ku xelk gazinan jê bike û nikaribe bikire. Lîre bê nirx dibe û hêza kirînê ya welatiyan roj bi roj kêm dibe. Bihayê kîloyek goşt 300 lîre derbas kiriye û kîloya pîvaza bûye 25-30 lîre.

Li Dêrsimê jî ku bi zozan û pezê xwe navdar e, bazar rawestiyaye, dikandar û kasibkar ji rewşê ne razî ne. Dibêjin par kîloyek qîme bi 70-80 lîreyan difrot, lê niha bûye 300 lîre. Par wan rojane 100-120 kîlo goşt difrot, niha ew 20-25 kîloyan difroşin.

Dikandar Sirdaş Şanlî dibêje: “Di navbera sala borî û îsal de cudahiyeke zêde heye. Sala borî me kîloyek qîme bi 70-80 lîreyan difrot, lê em niha bi 300 lîreyan difroşin. %300-400 biha bûye. Bihabûn berdewam e û tê çaverêkirin ji sibe û pê de careke din zêde bibe. Ji ber ku her roj ajel bihatir dibin û xercî zêde dibin. Hêza kirînê ya mirovan nemaye. Sala borî me rojane 100-120 kîlo goşt difroşt, niha em 20-25 kîlo difroşin.”

Firoşkarên giyayê gulik jî ji bazarê nerazî ne û dibêjin giyayên ji çiya kom dikin, du rojan jî xilas nabin.

Giyafroş Kamer Çelik got: “Îsal tu tişt tune, ev du roj in em li vê derê ne, me anîn, lê pere li ba milet nemaye. Yên tên, yan kîloyekê yan jî du kîloyan dikirrin û diçin.”

Xelkê Dêrsimê jî ji bihabûna jiyanê gazinan dikin û dibêjin nikarin kîloyek goşt ji mala xwe re bikirin.

Welatî Alişan Karaaslan jî got: “Ji ber ku kîloya goşt 350 TL, penêr 200 TL, rûn 250 TL, pîvaz 35 TL ye, mirov tenê dinihêre û derbas dibe kes nikare bikire. Ev çi zilm e, me di jiyana xwe de zilmeke wiha nedîtiye.”

Welatî Seydalî Kizilboga jî dibêje: “Ez ji kurê xwe re dibêjim goşt bikire, ji min re dibêje ez bi xwe şorbê vedixwim, ezê çawa ji te re goşt bikirim, dibêje bihayê goşt 350 TL ye. Ji min re dibêje, nan bixwin, dê çi were serê me, bihayê goşt ma qet dibe bibe 350 TL?”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst