Li sînorê Xabûr-Îbrahîm Xelîl bazirganiya 'bêtemas' tê kirin

20-04-2020
RÛDAW
Li deriyê sînorî yê Xabûr-Îbrahîm Xelîl tevgera bazirganî berdewam e.
Li deriyê sînorî yê Xabûr-Îbrahîm Xelîl tevgera bazirganî berdewam e.
Nîşan Xabûr Îbrahîm Xelîl Herêma Kurdistanê Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de, li aliyê Tirkiyeyê Deriyê Sînorî yê Xabûrê û li aliyê Başûrê Kurdistanê jî Deriyên Sînorî Îbrehîm Xelîl liv û tevgera bazirganiyê, her du alî bêyî ko bigihijin hev du berdewam e.

Ji 1ê Adarê heta 16ê Nîsanê 83 hezar û 170 barhilgir ji deriyên sînorî derbas bûne.

Di çarçoveya rêkarên rûbirûbûna belavbûna vîrûsa Coronayê de, li her du aliyên deriyê sînorî ji 1ê Adarê ve pêvajoya pevgûhertina bazirganiyê hatiye destnîşankirin û ev pêvajo bi 3 xal û 3 awayên cûda bi rê ve diçe.

Endamê Encûmena Jûra Bazirganî û Pîşesaziya Şirnexê, Kemal Palta dibêje: “Deriyê sînorî yê Xabûrê takederiyê sînoriye ku berê wî Rojhilata Navîn û Iraqê ye. Piştî 1ê Adarê li vî deriyî me dest bi hinardekirina bêyî gihuştina hevdû kir.  Herçend wekî pêştir nebe jî, liv û tevgera bazirganiyê zêde bûye. Em wekî Jûra pîşesazî û bazirganiya Şirnexê ji rewşê razî ne û dilxweş in. Ya ku dê me zêdetir keyfxweş bike hewlên me yên ji bo bazara Iraqê ye. Divê em bazara Iraqê beramberî welatên din ji dest nedin. Bi piştgiriya xwedê rewşe dê baştir jî bibe.”

Barhilgirên ku ji deriyê sînorî derbas dibin di dema çûyîn û hatin xwe de, bi dermanên dijî Coronayê tên paqijkirin.

22 kon hatine danîn, 6 ambûlans û 42 karmendên tendûristiyê li ser kar in.

Ajokarên Tirkiyeyê tên pişkinînkirin û kesên gûmana tûşbûna Coronayê ji wan tê kirin heta 24 seetan li konan tên çavdêrîkirin.

Ajokarên barhilgiran ji rêkarên Coronayê keyfxweş in û di wê baweriyê de ne ku cîbecîkirina rêkaran ji bo parastina sexlemiya wan e. 

Resul Agar, ajokarê barhilgirê dibêje: “Li vê derê, li deriyê sînorî yê Xabûrê barên me bi dermanên dijî Vîrûsa Coronayê tên dermankirin. Di navbera me û ajokarên ku ji Iarqê dihên de dûrahiyek heye. Piştî rêkarên xweparastinê em barên xwe datînin û ew jî tên û dibin. Ji van rêkaran razî ne û gelek baş e. “

Ajokarekî din ê barhilgireke din jî dibêje: “Ez ji Qosera Mêrdînê hatim. Barên min li ser sînor e. Piştî 2 seetên din, emê barên xwe deynin û vegerin.”

Li gor amarên Rêveberiya Gûmrika Xabûrê di meha Adara Îsaê de  ji başûrê Kurdistan û Iraqê 27 hezar û 767 barhilgir çûne deriyê sînorî yê Xabûrê. Beramberî wê jî 20 hezar 898 barhilgiran barên xwe vegûhestine Başûrê Kurdistan û Iraqê.

Ji 1ê Nîsanê heta 16ê Nîsanê jî 16 hezar û 293 barhilgir ji Başûrê Kurdistanê û Iraqê li aliyê Tirkiyeyê bûne û ji xeynî wan jî 18 hezar û 712 barhilgir çûne nav başûrê Kurdistan û Iraqê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst