Nirxê genim li Rojavayê Kurdistanê hatin diyarkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser nirxê genim, bi hemû dereceyan destnîşan kir û ji bo asankirina karê cotkaran di dema qedexeyê de, çend biryarên din derxistine.

Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê, di 14ê Nîsanê de ragihandbû ku, nirxê kîloyê derece yek a genim bi 225 lîreyan hatiye destnîşankirin duh 18ê Nîsanê 2020an Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê nirxên kîloyê derecên din ên genim jî destnîşan kirin.

Li gor daxuyaniya Rêveberiyê Xweser nirxên kîloyê genim li gor derecan wihane: “Nirxê kîloyê dereca yekê bi 225 lîreyan, nirxê kîloyê dereca  duyêm bi 222.75 lîreyan, nirxê kîloyê dereca  sêyem bi 220.53 lîreyan e.”

Nirxê derecên din jî dê, li gor rewşa genim bê hesabkirin. Lê nirxê herî kêm ji bo kîloyê genim 170 lîre hatiye destnîşan kirin.

Li gel vê yekê, Cîgirê Desteya Aborî û Çandiniyê Mehmûd Mihemed ragihand, ku Desteya Şaredariyan 60 îtfaiye ji bo egera derketina şewatê di nav zeviyên genim de, amede kirine û dê îtfaiyên hatine destnîşankirin li tevahî bajaran bên belavkirin.

Mihemed diyar kir ku, wan ji bo hêsankirina karên çotkaran di dema qedexeyê de jî hin tedbîr standine weke: “Ji demjimêr 08.00 heta 13:00  dê dermanxaneyên Çandinî û Baytarê bên vekirin. Ji demjimêr 05:00 sibehê heta 13.00 nîvro jî dê dîkanên çakkirina derasan vekirî bin. Herwiha xwediyên derasan jî, bi reya belgenameyeke ku ji aliyê Desteya Aboriyê ve bê dayîn dê bikaribin di rêbendên kontrolê re derbas bibin.”