Buhayê lîreyê Sûrî li hember dolar cardin daket

19-04-2019
RÛDAW
Daketina nirxê lîreyê sûrî li hember dolarê amerîkî bandor li bilindbûna nirxê kelûeplan li bazarên Sûriyê kiriye.
Daketina nirxê lîreyê sûrî li hember dolarê amerîkî bandor li bilindbûna nirxê kelûeplan li bazarên Sûriyê kiriye.
Nîşan Sûriye Aborî Lîreyê sûrî Dolarê amerîkî
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) - Careke din buhayê lîreyê Sûrî li hember dolarê Amerîkî li Rojavayê Kurdistanê daket, vê carê sînorê 560 lîre derbas kiriye, vê yekê jî bargiraniyeke mezin li ser milên xelkê çêkiriye.

 

Xelkê Rojavayê Kurdistanê ku mûçeyên xwe bi lîre werdigrin, gazinan dikin û dibêjim, êdî mûçeyên wan têra xerca wan nake. Xelk dibêje, her ku lîre dadikeve, ew dikevin destê bazirganan, û dikevin ber talanekê.

 

Serafek ji Rûdawê re dibêje, Banka Navendî ya Şamê daketina buhayê lîre bi şer û pevçûnan girê dide, lê ne raste ji ber ku niha ew şerê mezin li Sûriyê nemaye.

 

Bazarên Rojavayê Kurdistanê wek her car dikeve bin bandoriya daketina buhayê Lîreya Sûrî li bermaberî Dolar.

 

Vê dawiyê jî buhayê lêre li beramberî dolar gihiştiye derdora 560 lîreyan, ev yek jî bargiraniyeke zêde li ser milê xelkê çêkirye, ku piraniya wan pereyên xwe bi lîre werdigrin.

 

Xelkê Rojavayê Kurdistanê gazinan dikin û dibêjin, êdî mûçeyên wan têra tiştekî nake, bi taybet ku nirxên kelûpelan jî digel dakeina buhayê lîre, zêde dibin.

 

Bazirgan jî dibêjin, ew kelûpelên xwe bi Dolar dikirin, û dema firotinê jî ew bi Dolar difroşin, ji ber vê yekê ziyana herî zêde li welatiyan dibe.

 

Seraf jî dibêjin, daketin û bilindbûna buhayê Lîre ji Banka Navendî li Şamê tê ragihandin, ew jî vê yekê bi rewşa serbazî û siyasî girê didin, bi gotina serafekî tu hunceta daketina buhayê lîre tuneye, ji ber ku niha li Sûriyê bi giştî şer û pevçûn tune, û aramiyek heye.

 

Ji destpêka kirîza Sûriyê ve ziyaneke mezin li ber lîreya Sûrî ketiye, û ji derdora 45 lîreyan di sala 2011an, buhayê lîre li beramberî dolar niha gihiştiye derdora 560 lîre.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst