Rûsya hilberîna petrolê %5 kêm dike

Moskow (Rûdaw) - Cîgirê Serokwezîrê Rûsyayê ragihand ku meha Adarê Rûsya dê rêjeya deranîna petrolê % 5 kêmtir bike. Bi gotina wî, ev yek dê bihêle ku têkiliyên bazarê vegere ser hemda xwe ya berê.

Parlamenterê Dûmayê pir pê bawer e ku bîryara hikumetê raste, lewre kêmkirina deranînê, dê bandor li dahata budceyê nake.

Cîgirê serokê Lîjneya Peywendiyên Navneteweyî ya Dumayê Aleksey Çepa “Ew qebareyê ku dê bê kêmkirin, ji bo me zêde nîne. Lewma jî dahata diravan bo budceya me  jî dê kêm nabe. Ji ber ku nirxê petrolê dê berz be. Nirxê îroyîn dibe ku hinek xwe ragire, lê ew jî, ji nirxê plankirî yê ji bo budceyê, berztire. Lewma jî bîryara hikumetê dê banddorekî nerênî nake ser budceyê. Bîryar pir raste û bîryareke lêkhatî ye.”

Cîgirê serokwezîrê Rûsiyê her wiha ragihand ku, di demên pêş de bîryara Rûsyayê  li gorî rewşa heyî ya bazarê be. Anku dûr nîne ku Rûsya deranîna petrolê hîn zêdetir jî kêmtir bike.

Cîgirê serokê Fona Neteweyî ya Ewlekariya Enerjiyê Îgor Yuşkov “Dewletên rojavayî pir dilgiran bûn ji vê bîryara hukumeta me, bi taybetî Dewletên Yekbûyî. Wan yekser tekez kir ku Rûsya manipulyasyonê di bazarê de dike, û  enerjiyê wek bi çek bikar tîne. Herçend, Amerîka bi xwe  bi heman şêwazî manîpulasyonê di bazarê dike, an ku patrola xwe û yedekên xwe yên stratejîk dajo bazarê û hewil dide ku kêmaniya di bazarê de ji holê rake. Ew baş tê diigihêjin ku eger nirx  di bazara cîhanê de berztir bibe, dê nirxa sotemeniya di bazara Amerîkayê de jî berztir bibe û pê re  jî înflasyon geşe bide.”

Sala borî qebareya deranîna petrolê ya Rûsyayê bi nîvekî rojane 10,9 mîlyon bermîl bû. Lê ji ber ambargoyan, di meha Çileya îsal de daketiye 9,9 mîlyon bermîl di rojê de. Destpêka meha Sibatê jî ew rêje ne guheriye.