Li Tirkiyê bihayê zêr her diçe zêde dibe

19-02-2017
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Enqere (Rûdaw) – Li Tirkiyê digel dolar bihayên zêr jî her ku diçe bilindtir dibe. Ji ber bihabûna zêr, nîvzêr û çaryekzêran îcar jî zêrfiroşan zêrên yek gram, nîvgram û çaryekgram derxistin. Lê belê ji ber bihayên wan dîsa jî zêrfroş nikarin zêdetir bifiroşin.


Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji ber bilindbûna bihayan zêr, danûstandina zêr, nîvzêr û çaryekzêran jî kêm bûye.

 

Ev yek jî bû sedem ku zêrfiroş çareyên nû bibînin. Zêrfiroşan îcar jî zêrên yekgram, nîvgram û çaryekgram daxilî bazarê kirin.  Digel ku zêrê tûnî 948, yê nîv 474, yê çaryêk 237 lire ne. Yê yekgram 146, nîvgram 73, çaryekgram jî 37 lire ye.

 

Zêrfiroşê bi navê Murat Kucukhuseyîn ji Rûdawê re wiha got: “Zêrê çaryêk bûye 250 lîre. Ji ber bilindbûna bihayan, gel berê xwe da zêrên gramî. Yekgram, nivgram derdorê 100-150 lîreyî ye ne. Ji ber ku zêrê çaryêk evqas biha bûye, loma gel berê xwe da van zêran.”

 

Hinek mişterî ji derxistina zêrên gramî kêfxweş in, hinek pê neqayîl in. Lê tevahiya wan ji bihabûna zêran bi gilî ne.

 

Mişteriyekî zêr got: “Bêgûman derxistina zêrên gramî tiştekî baş e. Lê bawer kin êdî mirov nikarin van jî bikirin. Mirov nikarin tiştên 75-80 lîreyî jî bikirin. Zêrê çaryek ku bi 250 lîreyî bû êdî bûye efsane.”

 

Mişteriyekî din jî got: “Berê gava ku em diçûn dawetan me zêrên çêryek bi xwe re dibirin. Balo navê çaryêk hebû wê çaxê. Lê niha zêrên nîvgram û çaryekgram derxistine. Derxistina zêrên nîvgram û çaryekgram ne ji zêrfiroşan û ne jî bo mişteriyan qet baş nebû.

 

Rêjeya bihayên zêr ji sersalê vir ve bi qasî ji sedî 17 bilind bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst