Îlam çavkaniya petrola Rojhilatê Kurdistanê ye

19-02-2017
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Îlam Petrol Rojhilatê Kurdistanê
A+ A-

Îlam (Rûdaw) – Ji sedî 11ê gaz û ji sedî 4ê petrola Îranê ji parêzgeha Îlamê derdikeve. Bi vê rêjeyê Îlam çavkaniya petrola Rojhilatê Kurdistanê ye. Ji lewra çavê îlamiyan herdem li vê çavkaniyê ye da ku ji bo vejandina aboriya parêzgehê bê bikaranîn.

 

Parlamenterê bajarên Dêloran û Dereşar a parêzgeha Îlamê Şadmêhir Kazimîzade îdîa dike, ku hinek berpirsên Îranê ji derve hêza kar tînin Dêloranê.  Herwiha şîrketên li parêzgehê jî ji bo kar û karkeriyê jî xelkê ji derve tînîn.

 

Ev pirsgirêka îlamiyan ji kevn ve berdewam dike. Di sala 2012ê de Wezareta Petrola Îranê derbarê petrola vê parêzgehê de biryar da, nîvê karker û fermanberên xwe ji Îlamê werbigre. Ev biryar hemû şîrketên pêwendîdar û yên Wezareta Petrolê jî lixwe digre.

 

Lê îlamî ji rewşa birêvebirina kerta petrolê ne razî ne û dibêjin; “Zêdetirî ji sedî 90ê petrola Rojhilatê Kurdistanê ji Îlamê derdikeve lê rêveberiya petrolê li Kirmanşanê ye.”

 

Pirsgirêka kerta petrola Îlamê tine ne ev e jî. Beşek ji qadên petrola Îlamê li bajarên Dêloran û Mêhranê ne û ev bajêr hevsînorê Iraqê ne. Di dema şerê Îran û Iraqê de ti sûd ji petrola van bajaran nehate wergirtin. Piştî xilasbûna şer û heta niha jî weke pêwîst giringî pê nayê dayîn.

 

Şadmêhir Kazimîzade dibêje; “Bi tevê, ku me ragihandiye çavkaniyên petrola Îlamê hevbeş in lê berpirs qet giringiyê nadin.”

 

Lê Parêzgarê Îlamê Husên Kelanterî berovajiyê Kazimî zade diaqxive û diyar dike, ji ber hebûna petrolê hikûmeta Tehranê pir giringiyê dide Îlamê.

 

Li gorî gotina Kelanterî Îlam dê bibe cemserekî berhemanîna enerjiyê li Îranê û dê ji bo ciwanên vê parêzgehê derfeta kar çêbibe.

 

kirduwe, becorêk ke îlam debête cemserêkî berhemhênanî wze le êran û derfetî karî zor bo lawanî em parêzgaye derrexsêt".

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst