Li Çînê di 2019ê de bi bihayê 157 milyar dolar veberhênan hatiye kirin

19-01-2020
RÛDAW
Nîşan Çîn Cemal Qaşikçî Veberhênan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Çînê ragihand ku di sala 2019ê de bi bihayê 157 milyar dolar projeyên veberhênanê pesend kirine.

Berdevkê Komisyona Çaksazî û Geşepêdanê ya Çînê Meng Wei di civîneke çapemeniyê de ragihand ku bingehekî bihêz a aboriya Çînê heye û di sala 2020an de jî wiha dimîne.

Destpêka vê hefteyê Navenda Amarên Çînê da zanîn ku aboriya wî welatî di sala 2019ê de bi rêjeya ji sedî 6.1 pêşketiye ku kêmtirîn asta geşeya aborî ya wî welatî ye di 10 salên borî de.

Hikûmeta Çînê bo teşwîq û geşepêdana aborî ya wî welatî dest bi çaksaziyên darayî kiriye û Banka Navendî ya wî welatî jî faîza bankî kêm kiriye.

Ji ber şerê bazirganî û kêmbûna xwesteka navxwe, aboriya Çînê di çend salên derbasbûyî de kêmtir pêşketiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst