DÎSK-AR: Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 7 milyon 700 hezar kes bêkar in

18-11-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DISK- AR) ragihand, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, rêjeya bêkariya ciwanan %36.6 e û rêjeya bêkariya jinên ciwan %48.8 e. Rêjeya bêkariya mêran %17 ye û rêjeya bêkariya jinan jî 28 e.

DÎSK-ARê roja Pêncşembê 17 Mijdara 2022an amarên bêkariyê yên çaryeka dawî ya sala 2022ê eşkere kirin.

Li gor DÎSK-ARê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 7 milyon û 700 hezar kes bêkar in û ji 64 milyon û 700 hezar kesên ku dikarin bixebitin, tenê 21 milyon û 800 hezar kes di karekî berdewam de dixebitin.

Li gor amaran li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, rêjeya bêkariya ciwanan %36.6 e û rêjeya bêkariya jinan %48.8 e. Herwiha hejmara kesên bêkar bi giştî 7 milyon û 700 hezar kes in, lê li gor Saziya Amarên Tirkiyê (TUIK) jî rêjeya kesên bêkar bi giştî 3 milyon û 434 hezar kes in.

Herwiha li gor TUIKê rêjeya fermî ya dabînkirina kar bo welatiyan %47.5 e û li gor DÎSK-ARê ev rêje %33.7 e.

Desteya Amaran a Tirkiyê (TUIK) roja 10ê Mijdara îsal amarên bêkariyê û hêza kar a di meha Îlonê de belav kir û ragihand, rêjeya giştî ya bêkariyê li Tirkiyê gihîştiye %10.1, lê her heman rojê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DISK- AR) ragihand, rêjeya bêkariya rasteqîn li Tirkiyê bo %20.3 bilind bûye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst