Portugal ber bi enerjiya nû ve gavan diavêje

18-10-2022
RÛDAW
Portugal niha armanc dike heta 2026ê, %80ê elektirîka welatê xwe ji enerjiyên nû bidest bixe.
Portugal niha armanc dike heta 2026ê, %80ê elektirîka welatê xwe ji enerjiyên nû bidest bixe.
Nîşan Portugal Enerji Elektrîk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Portugal ber bi enerjiya nûjen ve diçe, santralên berê yên komirê yên welêt bi enerjiya rojê hatine guhertin.

Portugal beriya niha ji bo dabînkirina kehrebeyê xwe dispart welatên cîran, lê niha dixwaze kehrebe bi rêya enerjiya rojê peyda bike.

Santrala Pego ya li Portugalê,  27 sal e elektrîkê bi rêya şewitandina komirê berhem tîne. Sala borî dûkela bi zerar a tenûra santralê hat rawestandin, hikûmeta Portugalê biryar da dest ji komirê berde û pişta xwe bi enerjiyên nû girê bide.

Efserê siyasî li grupa jîngehê Pedro Nunes dibêje: “Divê bê zanîn ku girtina santrala elektrîka ji komirê li Portugalê yekem car bo 2030 bû, piştre bo 2026 hat pêşxistin û paşê bo 2023 û Santrala Elektrîkê ya Sines hat girtin. Me dît di 2021ê de wek santrala herî dawî hat girtin. Bi rastî ev derseke bo Ewropa û hemû welatên cîhanê.”

Santrala elektrîkê ya bi komirê kar dike Pego şiyana wê ya berhemanîna 628 megawat elektirîk hebû.

Niha kompanya sektora taybet bi rêya enerjiya rojê û torbaynên mezin, soz daye 650 megawat elektirîk jê berhem bîne. 375 megawat bi rêya enerjiya rojê û 274 megawat jî bi rêya torbayn û bataryayên hilgirtina enerjiyê.

Lê gavên ber bi enerjiya nû ve di demekê de ku Ewropa ber bi krîza sotemeniyê ve diçe ne asan in, şandina malê ya bi hezaran karkerên kanên komirê jî derdekî din e.

Profesor li peymangeha teknîkî ya Lisbon Pedro Clement jî got: “Têgihiştina min bo biryara Portugalê di mijara girtina santrala elektirîkê ya komirê de nerênî ye. Ev şaşiyeke ciddî ye ku ji ber şerê Ukrayna aloztir dibe.”

Portugala ku heta niha bo elektrîkê pişta xwe bi welatên cîran girê dide wek Îspanya, armanc dike îsal berhemê elektrîka enerjiyên nû bighîne 3 gegawat. Portugalê di sala 2020ê de zêdeyî %70ê elektirîka xwe bi rêya şewitandina komirê dabîn dikir. Niha armanc dike heta 2026ê, %80ê elektirîka welatê xwe ji enerjiyên nû bidest bixe. Wek welatên Yekîtiya Ewropayê Portugal, Belçîka û Swêd biryar dane li şûna şewitandina komirê enerjiyên nû bikar bînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst