Bihayê yek dolarê Amerîkî nêzîkî 700 lîreyê Sûrî dibe

Hewêr (Rûdaw) - Li Qamişloya Rojavayê Kurdistanê daketina bihayê lîreyê Sûrî beramber bihayê dolar bandorek zêde li bazar û jiyana welatiyan kiriye.

Di çend rojên borî de daketineke ecêb di bihayê lîreyê Sûrî de bermaber dolar çêbû, ku nêzîkê 700 lîre bû beramber yek dolarê Amerîkî, vê yekê jî hevteraziya bazarê û bihayên kelûpel û pêwîstiyên rojane têk da, ku rojane 20,30,40 lîre bermaber yek Dolarî dadiket.

Berî hefteyekê, rojane, her gav û seat bihayê lîre bermaber bihayê dolar dişikest, vê yekê wiha kir ku bihayên pêdiviyan jî zêde bilind bibin û giraniyek bê sînor li Sûriyê bi tevahî çêbibe, welatî ji vê rewşa ecêb şok bibin û nikaribin gelek pêwîstiyên rojane bikirin, herwiha bazara kirîn û firotinê jî sar bibe.

Dikandar Mihemed Zerqawî dibêje: "Cudahiya zêde ya xurdekirinê di navbera hilkişîn û daketinê de, wiha kiriye ku dema ez bixwazim 50 kîlogram ji vî berhemê bikirim, ango 10 kîlogiram ji dest bidim, di dema ku tenê ez dikarim 40 kîlogiramî bi heman bihayî bikirim. Istiqrar nemaye, eger tu li bendê be, dê dikana te vala bibe."

Berî kirîza Sûriyê, wate berî 2011ê, 47 lîreyên Sûrî bermaberî yek dolarê Amerîkî dihatin xurdekirin, lê sal bi sal bi şûnde lîreyê Sûrî bihayê xwe beramber dolar li bazarê ji dest da, herwiha li gor berpirsên hikûmeta Sûriyê dorpêça Amerîkayê û Yekîtiya Ewropayê li ser aborî û bazirganiya welat kiriye ku Lîre hevtiraziya xwe bi temamî ji dest bide.