Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapirsiya Banka Navendî ya Tirkiyeyê, dê dolar dawiya sala 2023yan bigihe 29,82 lîreyan û enflasyon jî bigihe ji sedî 59,46an.
Banka Navendî ya Tirkiyeyê, encama “Rapirsiya Beşdarên Bazarê ya Tebaxa 2023an” eşkere kir.
Rapirsî bi beşdariya 40 pisporî û nûnerên sektora pereyan hatiye amadekirin.
Dolar dibe 29,82 lîre
Li gorî encama rapirsiyê, heta dawiya sala 2023yan, li Tirkiyeyê enflasyon digihe ji sedî 59,46an û dolar dibe 29,82 lîre.
Di rapirsiya pêştir de rêjeya enflasyonê ji sedî 43,82 derketibû û dolar jî 28,46 lîre bû.
Pêşbîniya enflasyona piştî 12 mehan jî li gorî rapirsiya pêştir, ji sedî 33,21ê derkete ji sedî 42an.
Dê dolar bibe 34,58 lîre
Li gorî rapirsiyê, pispor pêşbîniya wê yekê dikin ku piştî 12 mehan bihayê dolar li hemberî lîreyê Tirkî bigihe 34,58 lîreyan.
Herwiha li gorî rapirsiyê, rêjeya faîzê digihêje ji sedî 19,34an.
Li aliyê din, aboriya Tirkiyeyê sala 2023yan ji sedî 4 mezin dibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse