Banka Navendî ya Tirkiyê rêjeya faîzê daxist

18-08-2022
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Banka Navendî ya Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Lijneya Giştî ya Banka Navendî ya Tirkiyê îro biryara xwe da û rêjeya faîzê ji %14an bo %13an daxist.

Lijneya Giştî ya Banka Navendî ya Tirkiyê îro Pêncşembê 18ê Tebaxa 2022ê bi serokatiya Şahap Kavcioglu civiya û biryara xwe ya faîzê eşkere kir.

Li gor texmîna aborînasan rêjeya faîzê wek xwe nema û ev jî bû sedem ku nirxê lîreyê Tirkiyê dakeve û yek dolarê Amerikî 18 lîre derbas kir.

Piştî biryara Banka Navendî ya Tirkiyê li bazarê yek dolarê Amerîkî bi 18.14 lîreyan tê firotin.

Lijneya Giştî ya Banka Navendî ya Tirkiyê her meh dicive û biryara xwe ya faîzê eşkere dike. Lijneya Giştî ya Banka Navendî di çar civînên xwe yên salê de bi giştî 500 puan daxistibû û di heft civînên salê de jî ti guhertin çê nekir û rêjeya faîzê wek ji %14 eşkere kiribû.

Banka Navendî ya Tirkiyê di 21ê Cotmeha 2021an de rêjeya faîzê kêm kiribû û ji %18 daxistibû bo ji %16an û 18ê Mijdarê jî ji %16an daxistibû bo %15an.

Banka Navendî ya Tirkiyê 16ê Kanûna 2021 faîza bankê ji %15 bo %14 kêm kir, di civîna Çileya 2022ê û heta niha bo heft caran li ser hev faîza bankê di rêjeya %14an de daye rawestandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst