Taner Yildiz: Heftemîn keştiya petrola Kurdistanê jî bi rê ketiye

 

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê Taner Yildiz ragihand, hinartina nefta Herêma Kurdistanê bo bendera Ceyhanê didome û da zanîn, rojane 120 hezar bermîl petrol derbasî Ceyhanê dibe. Yildiz eşkere kir, heftemîn keştiya petrola Kurdistanê ber bi bazarên cîhanê ve bi rê ketiye.

Wezîrê Enerjiya Tirkiyeyê Taner Yildiz îro li ser rewşa hinartin û firotina petrola Herêma Kurdistanê daxuyanî da û ragihand, heta niha nêzîkî 7.8 milyon bermîl petrol ji Herêma Kurdistanê derbasî bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê bûye.

Taner Yildiz da zanîn, heta niha 6 keştî petrola Herêma Kurdistanê ji Ceyhanê derbasî bazarên cîhanê bûne û hatine firotin û got, keştiya heftemîn jî niha hatiye barkirin û ber bi bazarên cîhanê ve bi rê ketiye.

Hinartin û firotina petrola Kurdistanê di demekî de ye ku Bexda ji vê yekê razî nîne her wiha Kurdistanê ketiye nav şerê li dijî DAIŞê.