Hewlêr (Rûdaw) - Kompaniya Deloitte daneyên firotina gaz û petrola li Herêma Kurdistanê yên di çaryeka yekem a sala 2022an de eşkere kir.
Kompanya Deloitte daneyên berhemanîna petrol û gaza Herêma Kurdistanê di navbera 1ê Çileya 2022ê û 30ê Adara 2022an de eşkere kir.
Li gorî raporê, di çaryeka yekem a sala 2022ê de 39 milyon û 88 hezar û 710 bermîl petrol li Herêma Kurdistanê hatiye berhemanîn û bo bazarên cîhanê hatiye hinartin û yek bermîl petrola Kurdistanê jî li bazarên cîhanî 86 dolaran û 70 sentan hatiye firotin.
Daneyên di raporê de wiha ne:
- 36 milyon û 453 hezar û 590 bermîl petrol bi boriyan hat hinardekirin.
- 2 milyon û 226 hezar û 83 bermîl petrola xam ji bo bikaranîna çavkaniyên xwezayî hat veqetandin.
- 284 hezar û 601 bermîl firotin kompaniyan
- Li bazara navxweyî 124 hezar û 436 bermîl petrol hat firotin
Li gorî raporê; bi giştî 3.28 milyar dolar hinartina petrola Kurdistanê bû. Bihayê petrolê di sê mehan de her bermîlek 86 dolar û 73 sentan bû.
Deloitte 1 milyar û 22 milyon û 935 hezar û 75 dolar ji dahata giştî ya firotina petrolê daye kompanyayên berhemhênerên petrolê yên Herêma Kurdistanê û 122 milyon û 165 hezar û 292 dolar di çarçoveya peymana îmtiyazê de bo Kompaniya Xeta Petrola ya Kurdistanê hate dayîn.
Li gorî daneyên Deloitte, piştî xerckirinê di nava 3 mehan de 1 milyar û 343 milyon û 841 hezar û 232 dolar ji firotina petrolê di kaseya Herêma Kurdistanê de maye.
Deloitte wekî mezintirîn kompaniya navneteweyî ya hesabkirin, kontrolkirin, şêwirmendiya bac û rêveberiyê ya cîhanê tê zanîn, ku li zêdetirî 150 welatan kar dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse