Li Tirkiyê bacanên sor ên hişkkirî bo 60 welatan têne hinardekirin

18-07-2021
RÛDAW
Di vê demsalê de 40 hezar donim bacanên sor hatine çandin
Di vê demsalê de 40 hezar donim bacanên sor hatine çandin
Nîşan Îzmîr Tirkiye Bacanên Sor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bacanê sor ên hişkkirî yek ji wan berhemên çandiniyê ne ku Tirkiye salane beşeke mezin ji wan hinardeyî welatên din dike.

Li navçeya Torbali ya ser bi parêzgeha Îzmîrê ve ku li kêleka derya Egeyê ye, bacanên sor di meha Tîrmehê  de têne berhevkirin û li ber tîna rojê hişk dibin û piştre bo nêzîka 60 welatan têne hinardekirin.

Serokê Odeya Bazirganî ya Torbaliyê Abdulwahab Olgun, behsa wê dike ji %20ê berhemên bacanên sor têne hişkkirin.

 Serokê Odeya Bazirganî ya Torbaliyê Abdulvahap Olgun got: “Di vê demsalê de 40 hezar donim bacanên sor hatine çandin. Ji %80yî berhemên bacanên sor dikin doşav û ji %20ê jî wan hişk dikin. Ji ber coxrafyaya wê tameke taybet ya bacanên sor ên hişkkirî ên navçeya me heye. Herwiha ji ber pileya germê kalîteya berhemên çandiniyê gelekî baş in. Lê ji ber ku di bazara navxweyî de daxwaz li ser kêm e, bacanên sor ên hişkkirî bi piranî hinardeyî derveyî welêt tê kirin.”

Rêvebirê kompanyaya berhemên hişkkirî li Îzmîrê dibêje, zêdetirîn bacanên sor ên paketkirî bo Amerîkayê têne hinardekirin, piştre Îtalya û piştre Almanya û Kanadayê.

Rêvebirê kompanyaya berhemên hişkkirî Murad Tekilî jî dibêje: “Ev qada ku hûn dibînin 159 hezar metre sêca ye. Bacanên sor li vê derê parçe dikin û ji bo hişkkirinê 6 rojan li ber rojê dihêlin. Lê ji ber ku di vê demê de pileya germê gelekî bilind e ji bo hişkkirina bacanên sor 5 roj têrê dike. Piştre kom dikin û dişînin kargehê û li wê derê bo çend rojên din di enbaran de dimînin û piştre têne paketkirin.”

Li gor zanyariyên Yekîtiya Hinardekarên Egeyê, Tirkiyê di sala 2020ê de bi bihayê 83 milyon dolar bacanên sor hinardeya derveyî welêt kirine. Di şeş mehên yekem ên îsal de li gor sala par hinardeya bacanên sor bi rêjeya ji %30î zêde bûye û dahata wê jî ji 37 milyon û 860 hezar dolarî bo 49 milyon û 179 hezar dolaran bilind bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst