Jinên Kurd ên karsaz komxebateke lidar xistin

18-07-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Amed (Rûdaw) -  Jinên kurd ên karsaz ji bo çareserkirina pirsgirêkên aboriyê yên Bakur komxebateke li dar xistin.


Jinên kurd ên karsaz li Amedê komxebatek lidar xistin.


Ji Batman, Şirnêx û Rihayê jin beşdarê komxebatê bûn.


Beşdaran bal kişandin ku piştî şer û pevçûnan karsazên biyanî bajarên kurdan teriqandine û ji bo gêşbûna aboriya Bakurê Kurdistanê banga aştiyê kirin.


Di komxebatê de derket holê ku, piştî şer û pevçûnan sermayedar û karsazên biyanî bajarên kurdan terikandine.


Karsaza bi navê Medîne Eren ji Rûdawê re wiha got:


“Kar nema. Li her derê dikan hatin girtin. Yên ku di destê wan de pere heye, yanî kesên sermayedar çûn aliyê Stenbolê û cihên din.”


Jinên ku ji Şirnexê beşdarî komxebatê bûn dan zanîn ku, 6 meh in hemû dikan û kargehên wan girtîne, heta niha dewlet jî tu alîkarî nedaye wan.


Hatice Akyil anî ziman di dema pêvajoya aştî û çareseriyê de rewşa aboriyê wiha ne bû û wiha domand:


“Niha pir xirab e. Em dibêjin eger li welatê me ewlehiya jiyanê û aştî hebe, hemû pirsgirêk çareser dibin. Lewre li welatê me hejmara ciwanan zêde ye. Kesên xebatkar hene. Cihên kar hene. Tenê aştî û aramî tuneye. Pêdiviya me bi aştiyê heye.”


Jinên karsaz diyarkirin ku, pirsgirêkên aboriyê encax bi çareserkirina pirsgirêka kurd çareser dibin û daxwaza aştiye kirin.


Ayşe Îskenderoglu jî wiha axivî:


“Aborî nemaye. Kar tuneye. Hemû dikan girtîne. Qedexeya derketina derve hê jî berdewam e. Dema pêvajoya aştiyê hebû, rewş baş bû. 5 meh in ku em ji Şirnexê derketine. Me walîzek girt destê xwe û em derketin.”


Piştî komxebatê jinên karsaz wê derbarê pirsgirêk û daxwazên xwe de raporek amade bikin. Ev rapor wê ji Serokwezîr û ji Wezîrê Xebatê re bê şandin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst