Erdogan: Em dê Enflasyonê daxin hejmarên yek reqemî

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Stenbolê beşdarî Kongreya Meclisa Hinardekerên Tirkiye bû û got, ew dê enflasyonê daxin asta herî kêm.

Recep Tayyip Erdogan roja 17ê Hezîrana 2023an li Stenbolê beşdarî 30emîn Kongreya Meclisa Hinardekerên Tirkiyê bû û behsa bilindbûna enflasyonê li Tirkiyê kir.

Erdogan got, ew dê enflasyonê daxin hejmarên yek reqemî û ya herî kêm.

Serokkomarê Tirkiyê tekez kir, ku dema hilbijartinan êdî li wî welatî bi dawî bûye û niha destê wan ji bo xebatên di warê aborî de bihêztir e.

Erdogan got: “Wek hemû cîhanê mijara Enflasyonê ya ku serê me dêşîne em dê careke din daxin hejmarên yek reqemî. Dema hilbijartinê ya ne xuya jî xilas bû, êdî destê me bihêztir e. Mijara sereke ya kadroyên nû yên aboriyê jî çareserkirina vê mijarê ye. Bi veberhênan, xizmet, berhem û hinardekirinê em dê şopdarê mezinkirina aboriyê bin. Di bazirganiya derve de pirsgirêka me ya sereke barê enerjiyê ye, bi gaza Derya Reş, petrola Gabarê, santrala etomî ya Akkuyu û çavkaniyên nû, em dê daxin asta herî kêm.”