Li ser ‘mûçeya herî kêm’ nêrîna welatiyan

18-06-2022
Omer Sonmez
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê derdora 10 milyon karker bi mûçeya herî kêm dixebitin.
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê derdora 10 milyon karker bi mûçeya herî kêm dixebitin.
Nîşan Tirkiye Aborî Mûçeya Herî Kêm
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Li Tirkiyê derdora 10 milyon karker bi mûçeya herî kêm, yanê bi mûçeya 4.250 lireyê Tirkî dixebitin. Lê di 5 mehên dawî de enflasyona gihiştiye  ji sedî 73,50an,  lîreyê Tirkî jî di nav 6 mehan de ji sedî 23 bênirx bûye. Lewma jî “mûçeya herî kêm’ li beramber dolar û enflasyonê her diçe dihele û bêqîmet dibe. Ji ber vê yekê jî karker û sendîkayên karkarekan ji hikûmetê daxwaz dikin ku îsal li gorî şert û mercên enflasyon û bihabûnê mûçeya herî kêm carekê din bê zêdekirin.

Karker ji seriya 7 hezar lireyî heta 10 hezar lireyî daxwaza mûçeya herî kêm dikin. Lê li gorî hin agahiyan eger heye hikûmet di meha Tîrmehê de mûçeya herî kêm bike 5 hezar û 500 lire.

Li ser pirsa “lîreyê Tirkî di nav 6 mehan de ji sedî 23 bênirx bû. Bi mûçeya herî kêm debar mimkun e?” niştecihên Stenbolê dibêjin mûçeyên wan têra tişteke nake.

Karkerê bi navê Yaşar got: “Îro debarkirin gelekî zor bûye. Li Stenbolê kirêya herî kêm 3 hezar lire ye. Li markêtan poşêtek tijî dikî bi 600-700 lireyî. Ji loma jî ka wê debara mirovan çawa çêbe?”

Karkerê li Stenbolê Turgay jî dibêje: “Zema ku îsal anîbûn ser mûçeya herî kêm li hemberî enflasyonê heliya. Divê hêza kirînê bê xurtkirin. Naxwe têra tiştek nake.”

Karker Umid jî got: “Tu kes nikare bi vê meaşê îdare bike. Kole ewqas ne mexdûr in. Sala par mazot 4-5 lire bû, lê niha mazot bûye 30 lire.”

Karkerê bi navê Ufuk jî wiha bersiv da: “Naxêr debar nemimkun e. Ez bi xwe nikarim îdara xwe bikim. Ancax siysetmedar dibêjin debar mimkun e. Divê meriv mûçeya herî kêm bide siyasetmedaran û li bende be ka ew çawa dikarin pê debara xwe bikin. Ka bila derkevin li kûçe, kolan û bazarê binerin. Her tişt pir biha bûye. Simit bûye 5 lire.”

Mûçeya herî kêm salê carekê tê zêdekirin. Lê îsal hikûmet hewl dide carekê din zêde bike. Sendîkaya DÎSKê dixwaze mûçeya herî kêm salê 4 caran bê diyarkirin

Li ser pirsa “Li gorî te mûçeya herî kêm divê çiqas be?” wiha bersivan wan wiha bû.

Karker Yaşar: “Niha wê  dîsa hezar lire zem bikin û pê milet bixapînin. Wê dîsa eynî tişt bibe. Divê mûçeya herî kêm 8-9 hezar lire be. Ancax debara însanan pê bibe.”

Karker Turgay: “Divê mûçeya herî kêm bibe 7 hezar û 500 lire. Niha mûçeya herî kêm 4.250 lire ye, hezar lire zem bikin dibe 5.250 lire. Ez du zarokan xwedî dikim. Bes bêza pitikan mehane hezar lire ye.”

Karker Umid: “Ya rast niha 10 hezar lire bidin jî bikêr nayê. Lewra hêza kirînê nemaye. Her tişt pir biha ye. Av bûye 5 lire.”

Karker Ufuk: “Ji bo ku welatiyên vî welatî bi bêhnfirehî karibin bijîn lazim e mûçeya herî kêm bibe 10 hezar lire. Lewra elektrik, kire, av, gaz, mazot her tişt biha ye. Kiloya penîr bûye 70 lire. Ji loma jî mûçeya herî kêm

Enflasyona xurekan gihiştiye navbera ji sedî 120-135an. Bilindbûna nirxê dolar dibe sedema helandina mûçeya herî kêm. Niha mûçeya herî kêm 250 dolar dike, lê bi mûçeya sala par 319 dolar dikir. Eger heye di meha Tîrmehê de mûçeya herî kêm bibe 5 hezar û 500 lire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst